ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-08 09:00:13 * Jinên feminîst ji bo çanda aştiyê ava bikin bi navê "Demîr Leblebî" komek ava kirine. Perwerdekara komê ya Rihayê Ayşe Erîş, got: "Aştiya ku jin behs dikin û aştiya ku pergala pederşahî behs dike, di nava wan de ji vir û çiyayekî ferq heye".  * Endamê reveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Parêzer Riza Polat, bal kişand ser xebatên Tora Ziman û Çandan û di vê çarçoveyê de bang li malbatan kir ku zimanê xwe biparêzin û zimanê tirkî nexin mala xwe.   * Li Esenyûrtê marketek hatibû şewitandin û xistibûn stuyê belavkarê rojnameyê Omer Ekîn. Di danişîna 18'ê Kanûna 2019'an de 13 sal û 10 meh ceza li Ekîn birîn. Lê belê di dema bûyerê de telefona wî li malê bûye û kesê di dîmenên kameraya ewlehiyê de jî bi raporan hatiye îspatkirin. Ekîn, got polîsan dek û dolap lê gerandine.    * Ajovanên rawestgeha mînîbusan a Artemêtanê ku ji ber bihabûnê nikarin ji bin barê prîmê sîgortayê, bac û sotemeniyê derkevin, rojê 18 saetan dixebitin lê belê heqdesta wan tenê 70 TL ye.    * Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU), ji ber fiyetên qantînê xwestibûn qantîneke alternatîf ava bikin, lê belê ewlekarên zanîngehê êrîşî wan kiribûn. Xwendekaran got, rêveberiya zanîngehê bi mantiqa şîrketî tev digere.    * 13 sal û 6 meh ceza li Casim Ozan Çeltîk hat birîn ku tîzav (asît) avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Ozek, ji bo vî cezayî bertek nîşan dan û got, ev ceza ne berdêla êşa wê ye.   * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, qeyûm polîsê bi navê Ercan Ûysaler kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê. Lê belê derketibû holê ku Ûysaler fuhûş li xebatkareke jin ferz kiriye. Wê danişîna dudoyan a dozê sibê pêk bê û ji Platforma Jinê ya Şahmeranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek jî gazî jina kir ku tev li danişînê bibin.    * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê û Şaredariya Hezexê hatin kirin, qeyûm nahêlin endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î têkevin şaredariyê. Endamên meclîsê destnîşan kirin ku kesên tayînkirî rabûne kesên tên hilbijartinê asteng dikin û gotin, wê îtiraz bikin.    * Li Qoserê kesê bi navê Abdulkadir K., Î.Y.'yê îstismar kiriye û tehde lê kiriye. Î.Y., giliyê Abdulkadir K. kir. Î.Y., anî ziman ku ji ber tehdeya lê hatiye kirin zaroka wê ji ber wê çûye û got, êdî wê bêdeng nemîne û tenê daxwazek wê heye ew jî edalet e.    * Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku negirtî jê tê darizandin dê di roja duyemîn de li 19'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nûçegihanê Rojnameya Evrensel Metîn Goktepe yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin dê di 24'emîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê malbat, dost û hevpîşeyên xwe ve li ser gora xwe ya li navçeya Esenlera Stenbolê were bibîranîn. (11.00)   * Danişîna doza Nurcan Aslan a ji aliyê zilamê ku teklîfa wî red kir ve hat qetilkirin dê li Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê bê dîtin.  (14.30)   * Rojnamevan Huseyîn Aykol dê li Pirtûkxaneya Lîlavê ya Amedê bi xwînerên xwe re hevpeyvînek pêk bîne û pirtûka xwe “İlginç Zamanlarda Yaşamak (Di Demên Cuda De Jiyîn)” ku qala çapameniya kurd dike îmze bike. (14.00)   * Danişîna doza 4 jê girtî 12 xwendekarên zanîngehê ku tên darizandin dê li Dadgeha Antalyayê were dîtin. (10.00-20.00)