Demîrtaş: Ez û hevalên xwe em ê vî welatî bi rê ve bibin 2020-01-07 20:22:53     ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, di roja ewil a danişîna doza xwe ya sereke de got: “Ez û hevalên xwe em ê vî welatî bi rê ve bibin. Em bi xwe bawer in, bi qeys û qerar in. Em ê bi hêzeke xurt a demokrasiyê û bi dengekî mezin werin û vî welatî bi rê ve bibin. Ne muebetek hûn hezar muebetî jî li min bibirin, hûn ê nikaribin pêşî li min bigirin".      Îro danişîna ewil a doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqereyê pêk hat. Danişîn li eywana Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Demîrtaş jî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar, Mehmet Ruştu Tiryaki, Mûrat Çepnî, Zeynel Ozel, Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê jî tev li danişînê bûn. Her wiha destûr nedan ku parêzerê swîsreyî Per Stadîng û parêzerên li gel wî ku li ser navê Parêzerên Sînornenas hatibû tev li danişînê bibe.   Demîrtaş di parastina xwe de got: “Niha hatina me ya gel hev li salona dozê ne bi armanca darizandinê ye. Ez wekî bersûc, parêzerên min parastinê, hûn jî wekî meqamê îdîayê ku bi armanca darizandinê bikin li vir kom nebûne. Ev yek ji xebatên we yên ji bo pêkanîna armancên siyasî yên desthialtdariyê, hikûmeta AKP’ê û bi taybet Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo pêşiya wî vekin, ji bo pêkanîna hedefên siyasî û ji bo tasfiyekirina mûxalefetê ye.   'PERGAL LI SER TEPISANDINÊ HATIYE AVAKIRIN'   Dewlet piştî 15’ê Tîrmehê ji nû ve hatiye avakirin. Hemû sazî hatine tasfiyekirin, ji valahiya derketî holê, têgihiştinekî ji bo rêveberiya nû nehate avakirin. Ez bala we bikêşim. Sazûmanek nehate avakirin. Em bêjin sazûmaniya alozî yan jî bêsazûmaniya aloziyê, di rastiyê de cihê xwe digire. Ev doz ji bo sazûmaniya alozî yan ya rejîmê îkamekirina (tiştê kirine şûna tiştekî din) sazûmaniya Komara Destûra Bingehin hatine vekirin. Her kesê ku li pêşiya Recep Tayyîp Erdogan dibe asteng; ev dibe keyayek be yan serokê partiyekê, yan jî hevserokê partiyekê be... Pergal li ser tepisandinê hatiye vakirin.   Ev rejîma yekzilamî ku hûn diparêzin bûye sedema krîza aborî, bêplanî, nelirêtî û aboriya giran, ji ber vê jî êdî mirov întihar dikin.   LI HOLÊ SAZIYEK JÎ NEMAYE   Li holê saziyek tune, daraz tune. Baş an xirab li holê darizandinek hebû êdî ew jî tune. Baş an xirab burokrasiyek hebû, pêk dihat ew jî tune. Her tişt girêdayî yekzilamî ye. Yekzilamî êdî ne dikare partiya xwe bi rê ve bibe û ne ji welat. Tu eleqeya vê bi zeka û kapasîteyê ve tune. Hûn bi min ve girê bidin ez jî bi rê ve nabim. Hûn ji nikarin bi rê ve bibin. Lê pergala ku Erdogan dixwaze ava bike ev e. Sazumaniya aloziyî. Di nava aloziyê de kirina her tiştî ye.    EM Ê JI DIL Û CAN JI BO DEMOKRASIYÊ LI BER XWE BIDIN   Bi xwedê di dîrokê de desthilatdariya ku ne hilweşiyayî tuneye. Sûltan Silêman jî çû, Îskenderê Mezin jî çû. Kanûnî Sûltan jî çû, Fatîh jî û Napolyan jî çû. George Washîngton jî Erdogan jî wê biçe. Em ê ji dil û can ji bo demokrasî û azadiyê li ber xwe bidin, em ê serbilind bin.   EM Ê VÎ WELATÎ BI RÊ VE BIRIN   Ez û hevalên xwe em ê vî welatî bi rê ve bibin. Em bi xwe bawer in, bi qeys û qerar in. Em ê bi hêzeke xurt a demokrasiyê û bi dengekî mezin werin û vî welatî bi rê ve bibin. Ne muebetek hûn hezar muebetî jî li min bibirin, hûn ê nikaribin pêşî li min bigirin.   Kurd û Tirk em ê dest bidin hev; em ê welat ji nû ve ava bikin. Kengî? Di demek nêz de. Îdîa dikim di demek nêz de, wê dirêj dom neke. Ji ber ku ev sazûmaniya aloziyê wê nedome.    Nivê AKP’ê di halekî têkçûyînê de ye. HDP, wekî kakileke yekbûyî ye, yek perçe ye.”   Wê danişîna doza Selahattîn Demîrtaş sibê saet di 10:00'an de ji cihê mayî bidome.