Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2020-01-07 15:58:50   STENBOL - Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F  a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarıca, piştî 8 sal şûnde di 2- 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê Tebaxê hemû serlêdan bên bersîv tên hiştin.