Guzel: Yê ku rêya aştiyê veke Birêz Ocalan e 2020-01-07 15:15:40 AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel berte nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan a dewam dike da û got: “Îro polîtîkayên şer di dewrê dene. Yê ku rêya aştiyê veke Birêz Ocalane. Ji ber vê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û mijdarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya rêxistinê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Mûsa Farîsogûlarî û Dersim Dag, hevserokên rêxistina HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin, endamên meclîsên şaredariyên û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Parlamentera Amedê Semra Guzel di civînê de daxuyanî da û bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîdê. Guzel, diyar kir ku di saya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pêkir û li tevahiya girtîgehan û raya giştî belav bû de, tecrîd hat şikandin û wiha axivî: “Bi rakirina tecrîdê re, peyamên aştiyê yên Ocalan dan, di civakê de hêviyên aştî û çareseriyê çardin zindî kirin. Lê hikumetê bi polîtîkayên şer bersiv da daxwaza aştiyê ya Ocalan. Ji ber vê hîna jî tecrîd dewam dike. Weke ku tê zanîn tecrîd rêbazeke îşkeceyê ye. Ne hiqûqiye. Bi aşkereyî em dibêjin rêya şatiyê Îmralî û Birêz Ocalane. Heya ku tecrîd bi dawî bibe emê têkoşîna xwe dewam bikin.”    ’EV SÛÇ E’   Guzel, bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha bilêv kir: “Ev pêkanîna dij mirovahî tenê li dijî Birêz Ocalan tê bi kar anîn. Di şexsê Birêz Ocalan de civak, jin û çand hatine tecrîdkirin. Çi dema ku Ocalan di axive, rêya çareserî û aştiyê tê vekirin. Yên ku Ocalan tecrîd dikin, xwedî hişmendiya faşizana ne. Tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Bi vê tecrîdê hemû mafên mirovan hatine binpê kirin. Rojek zû ne yek dereng divê ev tecrîd bê rakirin.”   ‘XWE DISPÊRÊN POLÎTÎKAYÊN ŞER’   Guzel, bal kişand ser pêşketinên heyî û wiha got: “Her roj li cîhan, Tirkiye û Kurdistanê, hevsengî tên guhetin û pergala kapîtalîzmê vediguhere krîzeke mezin. Ji bo ku kapitalizm xwe ji vê krîzê rizgar bike serî li rêyên şer dide. Di sala 2019’an de em dîsan dît ku dewletên heyî dixwazin bi polîtîkayên şaş û berjewendî perest cîhanê bi rêve bibin. Lê li gel vê yekê jî li gelek devegerên cîhanê, gel li ser piyan bûn û ji bo jiyenek wekhev, aştî û azadiyê têkoşîna xwe dewam kirin. Di vê pêvajoya bi krîz de, dewletên heyîn li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn, li şûna têgehên şatî û edaletê, xwe dispêrin polîtîkayên şer û bêhiqûqiyê.”    ’EV SÛÇ E’   Guzel, bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha bilêv kir: “Ev pêkanîna dij mirovahî tenê li dijî Birêz Ocalan tê bi kar anîn. Di şexsê Birêz Ocalan de civak, jin û çand hatine tecrîdkirin. Çi dema ku Ocalan di axive, rêya çareserî û aştiyê tê vekirin. Yên ku Ocalan tecrîd dikin, xwedî hişmendiya faşizana ne. Tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Bi vê tecrîdê hemû mafên mirovan hatine binpê kirin. Rojek zû ne yek dereng divê ev tecrîd bê rakirin.”    ‘TIRKIYE DI POLÎTÎKAYÊN DERVEDE WINDA DIKE’   Guzel, têkildarî polîtîkayên AKP’ê yên derveyî welatî jî ev tişt gotin: “AKP her roj ji jiyana civakî û aştiyane qût dibe û bi polîtîkayên xw eyên ne hiqûqî û ne mirovî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi van êrîşan dixwaze darbeyê li vîna gelên bi hevre dijîn bixe. Di vê pêvajoyê de me gelek tişt dîtin. Êdî daxwaza jiyana bi hev re, ne tenê daxwaza gelê kurde, di heman demê de daxwaza hemû gelên cîhanê ye. Gelên li hemû deverên cîhanê dijîn, li dijî polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê rabûn ser piyan û piştgirî dan gelên Bakur û Rojhijatê Sûriyeyê. Yên ku biryara vî şerî dan, îro bi krîza aborî bedelên mezin didin û di polîtîkayên derve de winda dikin.”    ‘POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ YÊN AKP’Ê DEWAM DIKIN’   Guzel, bal kişand êrîşên li dijî HDP’ê jî û wiha pê de çû: “Hikumeta AKP’ê ji bo ku siyaseta xwe ya hûndirin dizayn bike, êrîşî partiyên temîna aştî û gelan dike. Hikumetê, heya niha qeyûm tayînê 32 şaredariyên HDP’ê kirine. 27 hevşaredar girtine û vîna 2 mîlyon 618 hezar û 890 hilbijêran xesp kirine. Di nava salekê de 4 hezar û 567 endamên partiya me hatin binçavkirin û 797 kes jî hatine girtin. Hevalên me yên dîl girtine jî, bi polîtîkayên sîrgunê, îşkenceyên lêgerîna tazî û tundiyên fîzîkî hewl didin teslîm bigirin.”    ’DIVÊ POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BI DAWÎ BIBIN’   Guzel, nêzîkatî, armanc û helwesta partiya xwe ya li dijî polîtîkayên heyî jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî. Em weke nûnerên ‘Rêya Sêyemîn’, em ê polîtîkayên şer û zilmê yên netew-dewlet ên kevneperest û hêzên kûrewî yên emperyalîst ên li ser gelan tu carî qebûl nekin. Heya ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, li vî welatî nefes girtin ne pêkane. Di şer de kes bi ser nakeve. Lê aştî bi her kesî dide qezenc kirin. Berî ku ji bo gelên me dereng bikeve, dest ji van polîtîkayên xwe yên şer berdin. Demildest dawî li tecrîd bînin û ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em têkoşîna xwe dewam bikin.”   Daxuyanî piştî axaftina Guzel, bi lêxistina çepikan, berzkirina tilîlî û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.