Cerdevan bi hev ketin: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn 2020-01-07 13:54:49   ÊLIH - Li navçeya Hezoyê, Şakir Erîklî bi çeka lûle dirêj gule berî biraziyê xwe Veysî Erîklî da û kuşt û 2 cerdevanan jî birîndar kir.   Li Qereqola Cendirmeyan a Dilşanê ya navçeya Hezoyê ya Êlihê, cerdevan Şakir Erîklî (33) bi çeka xwe ya lûle dirêj, ji ber sedemeke ne diyar, gule li 3 cerdevanên ku pê re nobet digirtin, reşand. Di bûyerê de biraziyê Erîklî Veysî Erîklî (22) jiyana xwe ji dest da û cerdevanên bi navê Yakûp Kiral û Orhan Avci jî birîndar bûn. Cenazeyê Veysî Ereklî ji bo otopsiyê rakirin morgê û her du cerdevanên birîndar jî tedewiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê tê kirin.    Hat hînbûn ku lêpirsîna Şakîr Erîklî ku ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin, didome.