Dadgehê 13 sal 6 meh ceza li faîlê êrîşa bi asîtê ya Berfîn birî 2020-01-07 13:54:17 HATAY - Dadgehê li Casim Ozan Çeltîk ê bi asîtê êrîşî Berfîn Ozek kir, bi sûcdariya “Bizanebûn birîndar kirinê” 12 sal û bi sûcdariya "Madeya şewatê peyda kirin" 18 meh cezayê girtîgehê birî. Parêzerê Ozek bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Bi vê biryarê dixwazin tundiya li dijî jinê meşrû bikin." Danişîna biryarê ya darizandina Casim Ozan Çeltîk ê girtî yê di 15'ê Çileya 2019'an de, li navçeya Îskenderûn a Hatayê bi asîtê êrîşî Berfîn Ozbek a 19 salî kir, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê hat dîtin.    12 SAL Û 18 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ    Şandeya dadgehê, piştî xwendina mutalaya dozger û parastina hat kirin, li Casim Ozan Çeltîk bi sûcdariya “Bizanebûn birîndar kirinê” 12 sal û bi sûcdariya "Madeya şewatê peyda kirin" 18 meh cezayê girtîgehê birî.   Parêzera Ozek Mehtap Sert, piştî biryara dadgehê, li ber avahiya edeliyê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzer Sert, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Bi vê biryarê dixwazin tundiya li dijî jinê meşrû bikin. Ji bo ku bersûc sûcê herî giran bigire, emê serî li rêyên cuda yên qanûnî bidin."