Danişîna doza Demîrtaş ku jê hatibû berdan dest pê kir 2020-01-07 12:19:54 ENQERE – Danişîna doza sereke ya Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku jê hatibû berdan li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dest pê kir.  Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke berdayî tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dest pê kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku lê tê ragirtin bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Parêzerên Demîrtaş li salona danişînê amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar, Mehmet Ruştu Tiryakî, Murat Çepnî, Zeynel Ozel, Tulay Hatimogûllari, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, rêveberên HDP’ê û partiyên pêkahetyên HDP’ê dozê dişopînin.    Parêzerên Swêdî Per Stadîg û yên pê re ku li ser navê Parêzerên Sînor Nenas xwestin danişînê bişopînin bi hênceta ku akredîte nîne bernedan salona danişînê.   Şopandina danişînê bi sînor kirin. Nûçegihana Arti Gerçekê Derya Okatan ku xwest danişînê bişopîne jî bernedan eywana dadgehê û li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî rewşê da. Piştî hewldanan Okatan berdan salona danişînê.    Danişîn bi îtîrazên derbarê rê û rêzikan ên parêzeran dest pê kir. Piştî îtîrazên parêzeran de dê danişîn bi parastina Demîrtaş berdewam bike.