Rojnamevan Ermîş: Wê tifaqên navdewletî û herêmî encama rageşiya DYA-Îranê diyar bikin 2020-01-07 11:54:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Halît Ermîş, diyar kir ku piştî kuştina Qasim Silêmanî, wê tifaqaên navdewletî û herêmî encama rageşiya di navbera DYA û Îranê de diyar bikin.  Rojnamevan Halît Ermîş ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, kuştina Fermandarê Hêza Qudûsê ya Îranê û Cîgirê Serokê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî El Muhendîs û tiştên diqewimin nirxandin. i.    Ermîş, diyar kir ku li herêmê Îran hêzeke girîng e û wê li ber van bersivan bêdeng nemîne. Ermîş, destnîşan kir ku Îran li benda wext û rêbazeke guncav e û got: "Bawer nakim şerekî wisa pir dijwar biqewime. Çimkî wê ev şerê muhtemel ne bi kêrî Îranê ne jî bi kêrî DYA'yê bê".    Ermîş, bibîr xist ku ji zûde di navbera DYA û Îranê de şerek heye û got: "Di navbera her duyan de şerekî siyasî, aborî, dîplomatîk, bazirganî hwd. ji zûde heye. Wê her du alî jî li ser encamê hûr bibin. Wê hewl bidin ku bi ser bikevin. Ji ber vê jî wê ecele nekin. Wê Îran, piranî hewl bide ku di ser rêxistinên şiî de tev bigere û wê DYA jî ji bo rewabûna hebûna xwe tev bigere. Li qadê jî dibe ku li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê pêngavên eskerî rû bidin. Her wiha wê pêngavên DYA'yê jî rêveçûyînê diyar bike. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, hinekî ji şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê cudatir e; şerekî qatqatî ye. Loma qewimandina şerekî germegerm hinekî zehmet e. Ji ber karaktera vî şerî helbet mirov tam nikare bêje wê rêveçûyîn bi vî hawî be".    Ermîş, destnîşan kir ku Îran hêzeke girîng a herêmê ye û got: "Hem di warê eskerî de xurt e hem jî di warê bîrdozî de li herêmê berbelav bûye û tesîrê li derdorên mezin dike. Tenê heramsîkeriyê nake, di heman demê de lîstikê disêwirîne jî. Yanî ne wekî Iraq û Sûriyeyê ye. Bîlakîs di liberxwedayîna Iraq û Sûriyeyê de diyarker e. Liv û tevgera Îranê bi stratejiyên wê ve girêdayiye. Heger wekî sala 2003'yan dewletên cîhanê û dewletên ereb destekê bidin DYA'yê, helbet wê karê Îranê giran û zehmet be. Di vir de helwest û tewra Rûsya, Çîn û Tirkiyeyê jî girîng e. Yanî mesele tenê ne ew e ku wê Îran bi hêza xwe çi bike, helwesta hêzên ligel wê û yên li hemberî wê jî muhîm e".    WÊ CIVAKA ÎRANÊ DIYAR BIKE    Ermîş, destnîşan kir ku civaka Îranê jî pir girşng e û got: "Heger, li hundir ji bo Îranê destekeke baş çê bibe, wê berxwedana wê ya li hemberî êrîşan xurt bibe. Lê heger ev yek pêk neyê wê bitengije. Li gor qenaeta min heta niha Îranê ev yek baş nexwendiye û hesab nekiriye. Yanî di nav xwe de rewşeke demokratîk pêk neaniye û desteka gel negirtiye. Ev tenê ne pirsgirka Îranê ye, dewletên din ên herêmê jî ev yek pêk neanîn. Heger pêk bianiyana wê bi rihetî karibûna li ber midaxileyên derve rabûna û wê pozîsyona wan pozîsyoneke xurt bûna".    ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊ BÎRDOZIYÎ YE    Ermîş, anî ziman ku ne mimkun e ku mirov encama rageşiya di navbera Îran û DYA'yê de diyar bike û got, ev şer şerekî qatqatî ye, ligel hêla wê ya eskerî şerekî siyasî, aborî û civakiyî ye jî û got: "A rast pergala kapîtalîst û dûvikên wan î li herêmê yanî netew-delwet di nav krîzeke mezin de ne. Pirsgirêkek struktuel heye. Heta niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêbazên hatine bikaranîn zor û şidet e. Halbûkî ên pergalê ber bi krîzê ve birin ev bi xwe ne. Heta ev neyên helkirin ne mimkun e mirov behsa çareseriyeke mayînde bike. Dibe bi darê zorê, bi qirkirinan heta demeke din jî hebûna xwe bidomînin, lê belê bi vî hawî çareseriyeke mayînde ne mimkun e".    Ermîş, ji bo çareserkirineke mayînde destnîşan kir ku divê pergalên netew-dewletî bên rûxandin û îşaret bi pergaleke ademî merkezî kir.    HEGER ÇARESERÎ PÊK NEYÊ WÊ RÛXANDIN MEZIN BIBE    Ermîş, destnîşan kir ku heger çareseriyek pêk neyê wê rûxandina li herêmê mezintir bibe û got: "Wê komkujiyên mezin pêk bên. Bala xwe bidinê, heta niha bi milyonan mirov mirine, bi milyonan mirov koçber bûne, bi sedan berhemên dîrokî hatine tunekirin. Ev di heman demê de bêhafizekirina civakê ye jî. Îjar heger pergaleke demokratîk î rast pêk neyê wê ev rûxandin pir zêdetir bibin. Ev jî rewşeke pir talûke ye. Wê ev yek tenê bi Iraq û Sûriyeyê neyê sînorkirin. Wê li her derî berbelav bibe. Ji xwe niha hema bêje li her derî şer heye. Û dibe ev şidet ji a li Iraq û Sûriyeyê zêdetir bibe".    MA / Nazim Daştan