Polîsan wêneyê di mala şînê de bi zorê peya kir 2017-12-10 17:10:41 AMED - Endamê Hêzên Parastina Gel Gokhan Kirboga di êrîşa hewayî ya li dijî Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Amedê konê sersaziyê hat danîn û wêneyê Kirboga yê di mala şînê de, polîsan bi zorê peya kir.   Di êrîşa li dijî wergeha Mexmûrê de 5 endamên Hêzên Parastina Gel jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wan 5 hêzên parastinê yek jî Gokhan Kirboga (Baz Dijwar) bû û li Amedê ji bo Kirboga konê sersaxiyê hat vedan. Wêneyê Kirboga yê di Mala Şînê ya Temiran de hat daliqandin, polîsan bi zorê peya kir. Du roj e malbata Kirboga serlêdanên sersaxiyê qebûl dike.   Polîsan ji bo poster bê rakirin, malbat hişyar kir û xwest posterê Kirboga bê rakirin.    Birayê Kirboga Hanîfî Kirboga der barê mijarê de axivî û ev tişt got: "Du roj bû serlêdanên sersaxiyê dewam dikirin, polîsan roja duyemîn zext li me kirin û xwestin em wêne rakin. Polîsan da zanîn ku heke em ranekin, dê bixwe bên rakin. Ji bo sersaxî dewam bike û pirsgirêk dernekeve, me jî wêne rakir."