Paylan: Agirê têkoşînê bi inat bilind dibe 2017-12-10 17:02:52   STENBOL - Wekîlê HDP'ê Garo Paylan di şahiya HDK'ê de axivî, aşkera kir ku pêvajoyeke zextan a nû dest pê kiriye û wiha got: "Her roj ji sifreyê kesek kêm dibe. Em tu carî ji bedel dayînê netirsiyan. Agirê têkoşînê bi inat bilind dib.”    Meclisa Kocamustafapaşa ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi dirûşma "Bi jiyana nû ber bi mirovahiya mezin ve" li Salona Dawetê ya Canê şahî li darxist. Di salonê de pankartên "Dê hêza jinê tarîtiyê birûxîne", "Em bêdeng nabin, batirsin serî li dijî dîktator radikin" û "Faşîzim koledarî ye, têkoşîna jinê azad dike" hatin daliqandin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, hevgirtiyên HDK'ê û endamên wê tev li bûn.   ‘DÊ EV TOV BERHEMEKÎ BAŞ BIDE’   Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di şahiyê de axivî û aşkera kir ku ew ê li herêma herî piçûk hemû bawerî û rengan bînin gel hev, faşîzmê têk bibin û ev tişt got: "Dema ked bê dayîn, dê çi bê destxistin me dît. Bajarake çawa demokratîk dibe, çawa digihêje cewhera xwe me dît. Îro li vir tovek hat avêtin û em bawer dikin ku ev tov dê baş bibe û berhemek dewlemend bide. Dê li cihê ku ev tov derdikeve, nasname û têkoşîna me mezin bibe û dewam bike. Ev gaveke piçûk e lê, gaveke pîroz e. Em ê li dijî kesên ku me tune dihesibînin, ziman, hebûn, çand û xwe bi xwe bi rêve bibin."   ‘ME BERDELÊN MEZIN DAN’   Wekîlê HDP'ê Garo Paylan jî da zanîn ku ew jî yek ji avakarên HDK'ê ye, diyar kir ku hemû HDP'î di heman demê de HDK'î ne. Paylan aşkera kir ku wan HDK di demeke zehmet de ava kiriye û ev tişt got: "Zilma zaliman heye, lê ya me jî hêza meya herî mezin û bi inand heye. Em di ferqa wê de ne ku em li cihê rast sekinî ne û me li gel hev cihê xwe bi inad girt. Vê inada me em heta pêvajoya aştiyê anîn. Me berdêlên mezin da, lê me tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda."   Piştî axaftinan Koma Vardiya, Koma Golge û Muzîkên Deryaya Reş û Erol Kuçukşahîn derketin ser dikê.   Li ber stranan dîlan hat gerandin û şahî bi dawî bû.