Wezîrê Parastinê yê DYA'yê: Plana me ya em ji Iraqê vekişin tuneye 2020-01-07 09:53:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Espe, diyar kir ku ew hêzên xwe ji Iraqê venekişînin û got: “Tu plana me ya em ji Iraqê vekişin tuneye.”   Hat îdînakirin ku Fermandarekî Amerîkî yê li Iraqê nameyek ji hikûmeta Iraqê re şandiye û diyar kiriye ku leşkerên koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê li ser daxwaza parlementoyê û serokwezîrtiya Iraqê ji Iraqê vekişin.   Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ev îdîa derewand. Esper, diyar kir ku haya wî ji nameyê tuneye û got: “Em ji Îraqê venakişin. Planeke me ya em ji Iraqê vekişin tuneye. Ev name bi awayekê xelet hatiye nivîsandin.”