4 sal in li cenazeyê kurê xwe digere 2020-01-07 09:22:59 STENBOL - Li Nisêbînê, di dema qedexeya derketina derve de ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Mehmet Temîzer bû. Dayika wî Sakîne Temîzer ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire çû cem dozger, dozger jê re got: "Heger 15-20 sal şûnde avahî bên rûxandin tu yê cenazeyê kurê xwe bibînî". Dayik Temîzer, xwest cenazeyê kurê wê bidin.    Piştî pêvajoya çareseriyê hatibû bidawîkirin li bajarên kurdan qedexeyên derketina derve hatibûn îlankirin û di van qedexeyan de bi sedan mirov koçber bûbûn. Her wiha bi hezaran kes birîndar bûbûn û bi sedan kes jî jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji van bajarên ku qedexeya derketina derve lê hatibû îlankirin jî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Li Nisêbînê, qedexeya derketina derve di sala 2015'an de hatibû îlankirin.    Di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê hin kesên jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Bêkesan hatibûn veşartin û piştî demeke dûr û dirêj hin malbatan cenazeyê xwe wergirtibû. Lê belê tê gotin cenazeyê gelek kesan jî di bin avahiyên hatin rûxandin û şewitandin e mane.    4 SAL IN CENAZEYÊ WÎ NEXUYAYE    Yek ji kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da jî Mehmet Temîzer e û 4 sal in cenazeyê wî nexuyaye. 4 sal in malbata wî li cenazeyê wî digere. Dayika wî Sakîne Temîzer, ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne tu der nemaye ku neçûyê lê belê dîsa jî nedîtiye.    JI BER ZEXT Û ZORIYAN ÇÛN STENBOLÊ    Dayik Temîzer, ji ber rewşa aborî pêşî berê xwe dide navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û li wir kurê wê Mehmet Temîzer û zarokên wê yên din çê dibin. Di salên 90'î de tev li nav revgera siyasî ya krud dibe û ji ber vê bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû dimîne. Paşê ji ber van zextan û ji ber rewşa aborî berê xwe dide Stenbolê. Li vira jî rewşa malbatê nebaş dibe.    HEW ÎDARE KIR    Mehmet Temîzer, ji bo alîkariya malbata xwe bike ji dibistana navîn ve dev ji dibistanê berdide û dixebite. Di van salan de hem dixebite hem jî tev li nav xebatên siyasî dibe. Ji ber vê gelek caran tê binçavkirin û tim û tim bi şideta polîsan re rû bi rû dimîne. Temîzer, ji ber van zext û zoriyan berê xwe ddide Nisêbînê û di 29'ê Mijdara 2015'an de di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dide.    Dayik Temîzer, anî ziman ku ji televîzyonê hîn dibe ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û got, gava qedexe qediyaye ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çûye Nisêbînê, lê belê cenaze nedîtiye. Temîzer ku 4 sal in li cenazeyê kurê xwe digere, anî ziman ku paşê çûye emniyet û dozgeriyê û dozgeriyê jê re gotiye: "Belê navê kurê te jî di nav lîsteya kesên mirine de ye", lê belê dîsa jî cenazeyê kurê xwe nedîtiye.    ‘KURÊ MIN DI BIN BETONÊ AN JÎ AVAHIYAN DE MAYE'    Dayik Temîzer, diyar kir ku paşê ji bo DNA'yê xwîn daye, lê belê hîn jî tiştek jê derneketiye. Temîzer, bilêv kir ku di sala 2018'an de çûye Mêrdînê cem dozger û dozger jê re gotiye: "Em nizanin kurê te li ku ye. Belkî di bin betonê de mabe belkî jî di bin avahiyên hatine rûxandin de. Heger 15-20 sal şûnde ev avahî xera bibin tu yê cenazeyê kurê xwe bibînî".    'ZILM E'    Temîzer, anî ziman ku piştî vê bersivê vegeriyaye Stenbolê û got: "Dozger ji min re got, 'Her 20 sal şûnde were'. 20 sal şûnd ekî sax e kî miriye. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim. 4 sal in ne şev şev e ne jî bi roj. Her roj li benda xeberekê me. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim. Çûm kur derî li min girtin. Ev zilm e, îşkence ye. Em tiştekî ji wan naxwazin, tenê bira hestiyên kurê min bidin".