Li benda wê rojê ne ku vegerin Hamayê 2020-01-07 09:12:52 RIHA - Malbata Zîrer ku ji ber şerê Sûriyeyê reviya û hat Rihayê, li benda wê rojê ye ku vegere bajarê xwe Hamayê.  Husamettîn Zîrer ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji bajarê Hamayê berê xwe da Rihayê, 5 sal in ji karê amûrsaziyê bigire heta karê li fabrîkayan gelek kar kirine û niha jî tizbiyan çê dike. Di şerê li Sûriyeyê de birayekî wî û 4 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane. Zîrer ku bi hesreta welatê xwe ye, li benda wê rojê ye ku vegere bajarê xwe Hamayê.    BI TIZBIYAN DEBARA XWE DIKE    Zîrer anî ziman ku gava li Sûriyeyê bû karê reklamvaniyê dikir û hal û wextê wî pir baş bûye. Zîrer, destnîşan kir ku lê belê piştî şer her tişt serobino bûye û mecbûr maye tevî malbata xwe berê xwe bide Rihayê. Zîrer, got: "7 zarokên min hene. 5 sal in li vra me. Min gelek kar kirin, lê niha min dikanek vekiriye û tizbiyan çê dikim. Kurê min û xizmekî min li cem min dixebitin".    Zîrer, anî ziman ku pir dixwze şer biqede û vegere welatê xwe û got: "Di şer de birayê min û malbata wî jiyana xw eji dest dan. Navê birayê min Ridvan Zîrer bû. Di bombebaranê de 4 xizmên min jiyana xwe ji dest dan. Heger şer biqede ez ê biçim Hamayê".