ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2019'AN 2020-01-07 09:00:17 * Li herêma Qerejdax a Sêwrega Rihayê, bi hezaran gundî hem ava vexwarinê bi keran dikişînin hem jî nexweşên xwe bi keran dibin û tînin.  *  Malbata Zîrer ku ji ber şerê Sûriyeyê reviya û hat Rihayê, li benda wê rojê ye ku vegere bajarê xwe Hamayê.    * Berê li Cizîrê derketibû holê kur mamosteyekî gelek xwendekarên xwe îstismar kiriye. Vê carê jî derket holê ku mamosteyê bi navê Û.E. jî 4 xwendekar îstismar kirine. Û.E. ji peywirê hatiye dûrxistin.    * Rojnamevan Halît Ermîş, diyar kir ku piştî kuştina Qasim Silêmanî, wê tifaqaên navdewletî û herêmî encama rageşiya di navbera DYA û Îranê de diyar bikin.    * Piştî kuştina Qasim Silêmanê, rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû û ev rageşî dike ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn bên guherandin. Tê gotin haya Rûsya û Îsraîlê ji vê sûîqastê hebûye û zanibûne wê bê kirin.    *Li Nisêbînê, di dema qedexeya derketina derve de ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Mehmet Temîzer bû. Dayika wî Sakîne Temîzer ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire çû cem dozger, dozger jê re got: "Heger 15-20 sal şûnde avahî bên rûxandin tu yê cenazeyê kurê xwe bibînî". Dayik Temîzer, xwest cenazeyê kurê wê bidin.    * Komeleya Jina ya Demîr Levlebî, bi dirûşmeya "min ji xiyalên xwe aştî çê kir" Atolyeya Aştî Xeyal a Jina dide destpêkirin.    * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê li 19'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Ozgur Tarhan ê Ayşe Karaman qetil kir dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.30)    * Sendîkaya Bîrleşik Metal Îş, Sendîkayên Metal ên Navneteweyî, dê têkildarî peymanen Tomarî û biryarên Grevê li Otela Taksim Hillê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Karkerên Şaredariya Uskudarê dê ji bo Recep Kılınçarslan ê neheq ji kar hat avêtin, dê li pêş avahiya şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Navenda Giştî ya Emeklî Senê dê têkildarî zema teqawîdan li avahiya navendê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Odeya Tabîban a Stenbolê û Şaxên SES'ê yên Stenbolê, dê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konuk ya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna doza Nurcan Aslan a ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (13.30)    * Şaxa Tum Bel Senê ya Amedê dê li Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)    * Danişina doza Casim Ozan Çeltik ê rûyê Berfîn Ozek şewitand dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îskenderûnê bê dîtin. (10.00-19.00)