Polisan li Nisêbîn û Stewrê jî endamên meclisê asteng kirin 2020-01-06 16:42:30 MÊRDÎN - Polisan, li Nisêbîn û Stewrê endamên meclisê yên şaredariyên her dû navçeyan asteng kir û destûr neda têkevin avahiya şaredariyê. Polisan, ji endamên meclisê re got ku peywira meclisê bi dawî bûye. Piştî navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnex, li Nisêbîn û Stewrê jî polisan endamên meclisê yên şaredariyê yên HDP'êi asteng kirin û destûr nedan têkevin avahiyên her şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin. Li her du navçeyan jî polisan endaman bi TOMA û maşîneyên zirxî dorpêç kir û asteng kir ku bikin şaredariyê.    KIŞANDINA DÎMEN JÎ ASTENG KIRIN   Li Nisêbînê, ji bo astengkirinê polisan tu hincet nîşan neda û ji bo astengkirina kişandina van kêliyan, nasnameya rojnamegeran di Lêgerîna Giştî ya Agahiyan (GBT) re derbas kir.    POLIS: HEKE QEYÛM WE VENEXWENDIBE DESTÛR TUNEYE   Li Stewrê jî di navbera polisan û endamên meclisê de nîqaş derket. Di nîqaşê de polisan ji endaman re ev tişt got: "Heke şaredar (Qeyûm) we venexwendibe, dê civîn neyê kirin. Tu kesî we venexwendiye. Piştî tayînkirina qeyûm peywira meclisê bi dawî bûye."   Li ser vê yekê endamên meclisê têkildarî mijarê girtek girtin. Lê polisan girtekê îmze nekir.