Beştaş wêneyên wekîlên girtî parve kir, lêpirsîn lê hat vekirin 2017-12-10 16:23:48 AMED - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, ji ber ku wêneyên wekîlên girtî parve kir, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" dozger der barê wê de lêpirsîn vekir.  Komarê yê Amedê der barê Wekîla Partiya Demokraktîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Meral Daniş Beştaş de fezleke amade kir. Sedema amadekirina fezlekeyê jî wekî ku Betaş di 7'ê Mijdara 2016'an de li ber avahiya DBP'ê ya Peyasa Amedê tev şahiyê bûye û li ser hesabê xwe yê Twîtterê w^neeyên hevserokên giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag a hevserokatiya wê hat xistin, wekîlên bi navê Nursel Aydogan, Îdrîs Baluken, Ferhat Encu, Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Gulser Yildirim parve kiriye, derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Fezlekeya ku Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kurtça Eker amade kir, dîroka PKK'ê hat vegotin û qala mîsyona wê hat kirin. Hat diyarkirin ku Beştaş bi van parvekirinan "Propagandaya rêxistinê" kiriye, der barê wê de fezleke hat amadekirin. Dozger wêneyên ku hatine parvekirin sûc dît û fezlekeya şandin meclisê hat qebûlkirin.