Li Şaredariya Sûrê ‘qanûna qeyûm’ di meriyetê deye 2020-01-06 13:09:48 AMED - Endamên Meclîsê xwestin beşdarî civîna Şaredariya Sûrê bibin. Lê bi hinceta madeya 38’emîn a KHK’ê ya hejmara 31 û 674’an a Qanûna Şarederiyê ya ne hiqûqiye, destûr nehat dayîn ku beşdar bibin.    Hevşaredarên Navçeya Sûr a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr, di 21’ê Kanûna 2019’an de hatin binçavkirin û Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî weke qeyûm tayînê cihê wan hat kirin. Endamên HDP’ê yên Meclîsa Şaredariya Sûrê, ji bo ku beşdarî civîna meha Çile bibin, îro çûn avahiya şaredariyê. Endamên meclîsê piştî kontrola ketina avahiyê, derbasî salona civînê ya meclîsa şarederiyê bûn. Endamên meclîsê yên heya demekê li salonê rawestiyan, nivîseke dîroka wê 21’ê Kanûnê teblixê wan hat kirin.     TEBLÎXA QEYÛM   Di nivîsa qeyûmê şarederiyê îmzekiribû de, ev tişt hatibûn gotin: “Li gorî Maddeya 38’emîn a Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) ya Hejmara 674’an a di 01.09.2016’an di hejmara 29818’an a Rojnameya Fermî de derketî, wê hemû peywir û erkên Komîsyonan, encumenan û Meclîsa Şarederiyê li gorî Madeya 31’emîn Qanûna Hejmara 5393’yan ji 21.12.2019’an ve Endamên Encumenên hatine diyar kirin bi rêve bibin.”    NE QANÛNÎ YE   Wezareta Karê Hûndir heya niha darberê endamên meclîsa şaredariyê ku ji peywirê bên girtin de tu biryar ne daye. Ji ber vê yekê ev biryara qeyûm jî ne qanûniye û tu girîngiya xwe ya qanûnî tuneye.