Sewalhez daketin kolanan 2017-12-10 16:20:08   STENBOL - Komek Sewalhaz, bi armanca tundiya li dijî sewalan û nebesiya zagonên ku mafên sewalan diparêzin şermezar bikin li Stenbolê daketin kolanan. Sewalwezan, bal kişandin ser Zagona Parastina Sewalan a Hêjmar 5199'an û diyar kirin ku guhertina vê zagonê bi saqince ye.    Komek Sewalhaz, bi armanca tundiya li dijî sewalan û nebesiya zagonên ku mafên sewalan diparêzin şermezar bikin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê daketin kolanan. Sewalwezan li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî dan û xwestin mafê sewalan bê parastin û dowîzên "Mirovîtî mir qene em sewalan biparêzin", "dest nede mafê jiyana min" û "Em ji şaredariyê qetlîamê dikin re cezayê girtîgehê dixwazin" rakirin. Sewalhezan bê navber silogana "Ji tundiyê re na" berz kirin. Li ser navê komê Serokê Komîsyona Mafê Sewalan a Baroya Edeneyê Gulşah Gorur, diyar kir ku guhertinên der barê Zagona Parastina Sewalan a Hêjmar 5199'an ku di sala 2004'an derket, fikarên mezin bi xwxe re tîne û xwest zagona (TCK) tenê ji bo mirovan derbas nebe ji bo sewalan jî derbas bibe. Gorur, anî ziman ku kesê sûc dike 2 hezar û 252 TL cezayê îdarî dide û serbest tê berdan û ev yek bi xwe re wêrankirinek ku neyê dermankirin ava dike.    Komê piştî daxuyanî da deqîqeyekê rûniştin û tuniya li dijî sewalan şermezar kirin.