Taşçier ê HDP’î: Sala 2020’an wê bibe sala kurdan 2020-01-06 10:01:48 AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, banga tevlîbûna komxebata yekitiya neteweyî ya ku ji aliyê partiyên kurdan ve bê lidarxistin kir û got: “Sala 2020’an wê bibe sala kurdan.”  10 partiyên kurdan ê bi rojeva yekitiya neteweyî di 5’ê Kanûna 2019’an de li Amedê kom bûn, di 18-19’ê Çile de wê li bajêr komxebatekê li dar bixin.    Ji bo tevlîbûna komxebatê, ji hemû partî, nivîskar, saziyên civaka sîvîl, sazî û dezgehên kurdan re vexwendname hatin şandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier, derbarê komxebata ku xebatên wê yên amedekariyê dewam dikin de, axivî.    ‘EM YEKEMÎN CAR BÊN GEL HEV’   Taşçier, diyar kir ku bê navber xebata wan a yekitiya neteweyî dewam dike û wiha got: “Bi çar parçeyên Kurdistanê re li diasporayê jî di nava sala 2019’an de xebateke mezin a avakirina yekitiya neteweyî hat meşandin. Ev xebat gehişt asteke girîng. Ji bo avakirina yekitiyê, piştgiriyek mezin heye. Gel di nava xwe de yeketiya neteweyî ava kiriye. Niha jî dûra siyasetmedarane. Divê êdî yekitî veguhere, mekanizmayekê. Di dîroka Kurdistan û gelê kurd de yekemîn care ku 10 partiyên kurd tên gel hev. Ev 10 partî niha li gel hev, xebatên yekitiya neteweyî bi rêve dibin û ev ji bo kurdan pêşketinek pir girînge.”      ‘DEWLET DERBASDARE, LÊ GEL MAYÎNDE YE’   Taşçier, da zanîn ku li Rojhilata Navîn bi hezaran saleye, gel bi hevre dijîn û wiha bilêv kir: “Ji ber ku li Rojhilata Navîn, gelan xwe bi xwe bi rêve birin, tevlihevî çênebûye. Li îro hêzên berjewendî perest li Sûriye û Iraqê li ser dijminantiya gelan, siyasetê dikin. Li dijî yeketiya neteweyî û vê siyasetê tene. Yekitî ne li dijî dewletane. Yekitiya neteweyî xwe bi xwe bi rêveberina gelê kurde.  Dewlet derbasdarin, lê gel mayînde ne. Em armanca dikin ku piştî komxebatê, yekitiya siyasî ya partiyên kurdan ava bikin.”    ‘HEYA KU AŞTÎ NEYÊ KURDISTANÊ…’   Taşçier, bal kişand ser armancên komxebatê û wiha pê de çû: “Di vê komxebatê de, em ê hewl bidin ku nêrînên hemû beşan bigirin. Em bang li hemû beşan dikin ku beşdarî komxebatê bibin. Em dixwazin hemû nûnerên neteweya kurd beşdarî komxebatê bibin. Hemû kes, saziyên civaka sîvîl û nûnerên partiyên siyasî beşdar bibin. Emê hemû kesî vexwînin komxebatê. Divê êdî di vê sedsalê de yekitiya kurdan bê avakirin. Ger yekitiya neteweya kurd ne yê avakirin, bawer bikin em ê êdî nekarin besa hebûna neteweya kurd bikin. Heya ku li Kurdistanê aştî pêş nekeve, wê aştî û hizûr li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn jî, pêş neke.”    ‘SALA 2020’AN WÊ BIBE SALA KURDAN’   Taşçier, dest nîşan kir ku wê sala 2020’an bibe xebata yeketiya gelê kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku yekitiya neteweyî ava nebe, em nikarin behsa serkeftina kurdan bikin. Ger kurd di vê serdemê de nekarin yekitiya xwe ava bikin, wê heya sedsaleke din jî, nekarin ava bikin. Eger ku kurd yekitiya xwe ava nekin, wê hemû destkeftiyên wan jî ji destên wan biçin. Yekitiya neteweyî, teqez divê di sala 2020’an de bê avakirin. Bi vî awayî sala 2020’an wê bibe sala Kurdan    MA / Mehmet Şah Oruç - Cahît Ozbek