Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan 2017-12-10 16:14:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 10-17 Kanûnê Hefetya Mafên Mirovan, li Enqere, Stenbol û Rihayê daxuyanî hatin dayîn. Hat diyarkirin ku bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan zêde bûne û ev tişt got: "Ji bo careke din nebêjin qet em hatin gel hev. Ne OHAL mafên mirovan."   ENQERE   Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran, bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan daxuyanî da çapemeniyê.   Daxuyaniya ku bi sernavê "Marov bi mafên xwe mirov e" hat dayîn de ev tişt hat gotin: "Di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de, mafên gerdûnî yên mirovan tune tên hesibandin. Desthilatdariya AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe OHAL û KHK'an dewam dike û ev bi serê xwe binpêkirina mafên mirovan e. Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî 69 salî ye û rejîma AKP-Qesrê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike û dest ji vê yekê berneda ye.   Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a di bin sîwana parlamentoyê de, peymanên navneteweyî li gorî berjewendiyên polîtîk ên desthilatdariyê tiraş dike, rayedarên desthilatdariyê beyî ku mafên mirovan nas bikin, vê rojê pîroz dikin û henekê xwe bi civakê dikin. Hevserokên ku vîna 6 milyon mirovî temsîl dikin, wekîl, hevserok, hevşaredar, rêveberên navçe û navendan di girtîgehê de ne; mafên hilbijartinan ji dest hatiye girtin û bi maşîneyên zirxî mafên zarokên li bajarên kurdan ji destên wan hatine girtin, beyî ku tu hincetî bidin nîşan, bi sed hezaran mirov ji kar hatin îxraçkirin."   RIHA   ÎHD'a Rihayê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan li avahiya xwe ya li Rihayê daxuyanî da. Endamên ÎHD'ê û Platforma Ji Cewhera Xwe Vegeriya a Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê ÎHD'a Rihayê Atîlla Yazar, da zanîn ku têkoşîna li dijî zilmê heq e û ev tişt anî ziman: "Li dijî OHAL'ê em ê dest ji tu mafên xwe yên têkoşînê bernedin. Bi salan e me di Hefteya Mafên Mirovan de meş pêk tanîn, lê ji ber OHAL'ê em tu tiştekî nikarin bikin. Em di saziya xwe de daxuyaniyê didin. Daxuyaniyên ku li me hatine qedexekirin, ji bo hin komeleyan naxin dewrê. Waliyê Rihayê di daxuyaniya xwe de gotibû ku ji ber 'berjewendiyên cemaweriyê', dê destûrê bidin komeleyan. Ji derveyê me Waliyê Rihayê mafê daxuyaniyê dide hemû rêxistinên cuda.   STENBOL    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Nunertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan a 10-17’ê Kanûnê de li Qada Sultanahmetê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Şebnem Korur Fincanci, Nunerê TÎHV'a Stenbolê Umît Efe û gelek kes beşdaî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeya “Dê rûmeta mirovan îşkenceyê têk bibe” berz kirin.      DÎROKA MIROVAHIYÊ PÊVAJOYEK HERIKBARE    Di daxuyaniyê de Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Şebnem Korur Fincanci axivî û wiha  got: “Li dijî êşên mirovan ên li hemû cîhanê, ji bo em bêjin êdî bese, beyanname hat avakirin. Dîroka mirovahiyê pêvajoyek herikbare. Bi hatin û çûyînin didome. Em di pêvajoyekê ku bêmafiyên mirovan zêde bûyîn re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê hezar û 150 karkerên çemawerî ji kar hatin avêtin. Ewlekariya jiyana wan ji holê hat rakirin. Ji bo vê yekê OHAL îlan kirin. Bi sedan rojnameger ji kar kirin. Bi dehan saziyên çapemeniyê yên mîna rojnameger, televizyon û radyo girtin. Ji 600’î zêdetir parêzer şandin girtîgehan û akdemîyên aştî dixwestin hatin darizandin û êdî îşkence bûye ji rêzê. Ji bo em bêjin êdî bese em hatin gel hev. Têkoşîna Mafê Mirovan bi salane didome. Heya ji me were emê raya giştî derbarê bêmafiyên heyî de agahdar bikin.”   'TEQEZ BILA OHAL BI DAWÎ BIBE'   Pişt re Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û bal kişand ser kategoriyên cuda yên mafan ên di sala 2017’an de li Tirkiyeyê hatin jiyîn. Yolerî, diya kir k udi OHAL’ê de gelek bê mafî hatin jiyîn û wiha got: “Muameleyên xerab ên îşkencê, mafê jiyanê, pirsgirêka kurd, işkenceyên li girtîgehan û tundiya li ser jinê hemû bêmafiyên hatin jiyîn in. Li gorî standartên heyî niha li Tirkiyeyê mirov nikare behsa demokrasiyê bike û ne mijara gotinê ye. Eşkereye ku pisrgirêka kurd bi şer çareser nabe. Ji ber vê yekê di têkoşîna me de aştî jêvenegere.”