Çîroka cenaze û malbatekê Cenaze perçe perçe ye, DNA diyar e, lê zayend nediyar e 2020-01-06 09:00:42 AMED - Malbata Mercan Erkol HPG’î ya di 16’ê Mijdara 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû, piştî di tîrmeha 2019'an de testa DNA'yê diyar bû, ji Wanê hatin Amedê û xwestin cenazeyê keça xwe bistînin. Lê bi hinceta testa DNA diyar e, lê di raporê de bi hinceta zayenda cenaze nehatiye diyarkirin cenaze nadin malbatê. Dozgeriyê 6 meh berê nivîs ji Mudûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê re şandiye, lê hêj tu bersîv nehatiye.  Malbata Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) a HPG’î ku di 16’ê Mijdara 2017’an de li Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest da, piştî di 17’ê Adara 2019’an nasname aşkere bû, ji wê demê heta niha  ketine şopa cenazeyê keça xwe, lê her carê bi hincetek cuda cenaze nadtin malbatê. Malbata Erkol, di Adara 2019'an de serî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê dan. Fermandariya Cendermeyan malbata Erkol şand Pasûrê. Bavê Mercan, Hesin Erkol serî li dozgeriya Pasûrê da. Dozgeriya Pasûrê jî Erkol şand Fermandariya Cendermeyan a Amedê. Fermandariyê ji bo testa DNA'yê Erkol şand Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê û ji wir Şandin Wanê. Çar meh şûnde Fermandariya Cendirmeyan li bav Erkol geriyan xwestin ku bê cenazeyê xwe bibe. Erkol ji Wanê hat Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û çûn Goristana Yenîkoyê. Dema xwestin cenaze bigirin, vê carê bi hinceta 3 cenazeyên perçekirî bi hevre di gorekê dene û cenaze tev li hev bûne cenaze nadan malbate. Erkol, bêyî cenaze bigire dîsa vegeriya Wanê û serî li Şaxa ÎHD’ê ya Wanê da. Erkol herî dawî di 22'ê Kanûna 2019'an  hat Amedê û xwest cenazeyê keça xwe bigire. Hesin bi rêya parêzer serî li dozgeriyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) da.    DNA DIYAR E, LÊ ZAYEND NE DEYAR E    Piştî parêzera malbata Erkol serî li dozgeriyê da, dozger vê carê bi hinceta bersîva nivîsê ji Midûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê nehatiye dîsa cenaze neda malbatê û malbat dîsa şandin Wanê. Piştî parêzera malbatê xwe gîhand dozger fêr bû ku dozger bi sedema di raporê de zayend nehatiye diyarkirin cenaze nedaye malbatê. Dozger gotiye ku rapora Laboratuvara Polîsan a Krîmînal tune be nikare cenaze bide. Parêzera malbatê, destnîşan kir ku dozger anîye ziman ku 6 meh berê ji bo rapora krîmînal aşkere bike nivîs ji Mudûriyeta Laboratuvar a Polîsan a Krîmînal a Amedê re şandiye, lê hêj tu bersîv nedane wê. Parêzra malbatê, anî ziman ku bi hinceta di testa DNA de zayend diyar nekiriye cenaze nadane û wiha got: "Dozger di Tîrmehê ya 2019’an de nivîs ji Laboratuvara Polîsan a krîminal re şandiye. Lê 6 mehe Muduriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîminal besîv nedaye dozger. Dozger di nivîsa 6 meh berê de gotiye "Di mînaka ku DNA li hev hatiye de, jin e an mêr e nehatiye diyarkirin. Rapora ku piştî wê bê divê ji Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê re bişînin."     CENAZE PERÇE PERÇE YE    Parêzer, da zanîn ku hefteya borî dîsa bi dozger re hevdîtin kir û aqûbeta raporê pirsî û wiha got: "Dozver vê carê nivîs ji Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê re nivî û aqûbeta raporê pirsî. Min duh dîsa pirsî. Ji ber zayend hêj diyar nebûye û bersîva nivîsê nehatiye cenaze nadin. Cenazeyê li krîminalê perçe perçe bûye. Ji berçeyan mêr e an jin e diyar nabe. 6 mehin ji krîmînalê bersîv tune ye.  6 meh berê nivîs ji midûriyeta Lêkolîna Biyolojik û krîminalêre nivîs hatiye şandin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Piştî ku min çû bi dozger re hevdîtin kir û şûnde dîsa nivîs şandin. Li şûna ku ew bi xwe bi xwe vê mekanizmayê bimeşînin, piştî ku em zorê li wan dikin vê yekê dikin. Heta ku em zextan li wan nekin gavan naavêjin. DNA li hev tê, lê ji ber zayend diyar nekirine cenaze nadin. Gotina wê jî pir xerab e. Lê cenazeyê me perçe perçe ye."    Cenazeyê Mercan Erkol hêj li Goristana bêkesan e û nadin malbatê.      MA / Fahrettîn Kiliç