ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-06 09:00:06 * Malbata Mercan Erkol HPG’î ya di 16’ê Mijdara 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû, piştî di tîrmeha 2019'an de testa DNA'yê diyar bû, ji Wanê hatin Amedê û xwestin cenazeyê keça xwe bistînin. Lê bi hinceta testa DNA diyar e, lê di raporê de bi hinceta zayenda cenaze nehatiye diyarkirin cenaze nadin malbatê. Dozgeriyê 6 meh berê nivîs ji Mudûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê re şandiye, lê hêj tu bersîv nehatiye.  * Hevşaredarên HDP'î piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de li Qersê şaredarî qezenç kirin û hatin ser kar di sala 2019'an de 345 hezar masrafa lêçûna zêde kêm kir. Dema şaredarê MHP'ê li ser kar bû jî di sala 2018'an de 1 milyon û 703 hezar TL pere zêde xerç kiribû.    * Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, bertek nîşanî protokola perwerdeya olî ya di girtîgehan bê dayîn a di navbera Wezîrê Dadê û Serokatiya Karê Diyanetê de hat kirin, da û got: “Desthilatdarî dibin navê perwerdeya olî de, dixwaze li girtîgehan binesaziyek kîndar pêş bixe.”    *  Nivîskar Ronî War, diyar kir ku ger Kurd li wêjeya xwe xwedî derkevin dikarin bêtir ziman pêş bixin û wiha got: "Em çiqas bibin yek û bi hevre têbikoşin em dê ew qas bêtir bi hêz bibin.    * Girtî Mehmet Sayilgan ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê name şand û diyar kir ku li girtîgehê ewlehiya wan tune ye.    *  Ergîn Aktaş ê ku 2 destê wî tuneye û heta niha Saziya Tipa Edlî (ATK) 5 caran rapora “Nikare li girtîgehê bimîne" daye wî jî, dîsa girtî ye û nayê berdan. Bavê Ergîn, Tahir Aktaş, xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û pêre kurê wî jî bê berdan.    * Rêxistinên jinan û parazvanên mafên mirovan dê li gelek bajaran li dijî pêşnûmeya zagona "Îstîsmara zarokan" daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00 - 12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê têkildarî lehiya li welatiyan rabû û rakirina çadirên welatiyan ên ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve rapora ku amade kirine aşkere bikin. (12.30)