Ji kongreya HDK'ê peyama têkoşîna hevpar 2020-01-05 15:51:23 ENQERE - Nûnerên rêxistinên civakî û sendîkayan di 10'emîn kongreya HDK’ê de axivîn û diyar kirin ku sala 2020'an dê ji bo gelan bibe sala têkoşînê û peyama têkoşîna hevpar dan. Nûneran xwestin li dijî şer bi hevre têkoşîna aştiyê bidin.    10'enîn Kongreya HDK'ê bi axaftinan berdewam dike. Di kongreyê de nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî axivîn û peyama têkoşîna hevpar dan. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku Tirkiye di nava şer de ye û wiha got: "Li vî welatî Destûra Bingehîn, aborî, edalet, hiqûq, heye lê tune ye. Rejîma faşîst êdî nikare xwe bi rêve bibe. Îqtîdaraku ji îşkenceyê re bêje "Muameleya xerab" tu dê jê çi hevî bike. li vî welatî heta tu bixwaze îşkence heye. Divê her kes di têkoşîna demokrasî û azadiyê de bibin yek. Gelê Tirkiyeyê di 31'ê Adarê de peyamên girîng dan. Divê em di vê xetê de bi wateya firehtir xebatên xwe berdewam bikin. Ez bawer dikim ku di sala 2020'an de dê rejîm bikeve û li welat têkoşîn dê ji nûve bê avakirin. Di pêvajoya ku şer wisa bi dijwarî didome de, daxwaza aştiyê mafê herî rewa ye. Ger ku em ji bo avakirina aştiyê tênekoşin ev rejîm dê zextên xwe zêdetir bikin."   ‘EM DÊ HESABÊ BÊ HUQÛQIYÊ BIPIRSÎN'    Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz jî anî ziman ku li vî welatî keda kedkaran nayê dîtin û wiha got: “Em wekî KESK ku ji duh heta îro qadroyê debarê ne, ji bo kedkar wekî mirovan, wekhev û azad bijîn têdikoşin. Duh em têkoşiyan emê sibê jî têbikoşin. Dixwazin KESK’ê perçe bikin. Lêpirsîna bê heq û bê hiqûq a der barê mirovan de û dûrxistina mirovan a ji kar sûcê şer e. Em dê heta dawî hesabê vê bê hiqûqiyê bipirsin."    Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan jî anî ziman ku li Tirkiyeyê aramiya navxweşî tune ye û wiha got: "Ger ku li welatekî aramî tune nabe. Em wekî komeleya elewiyan ji bo li vî welatî aramî, aştî û daxwazên welatiyan bên bingehîn pêş bikeve çi ji destê me bê em ê bikin.    Hevseroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10 Cotmehê (10Ekim-Der) Mehtap Sakîncî Coşgun, diyar kir ku wekî duh daxwaza aştiyê anîn ziman dê sibê jî di daxwaza aştiyê de israr bikin û wiha got: “Em wekî mirovên ku lêpirsîn dikin û dixwazin darizînin xebatên girîng dikin. Em carek din diyar dikin ku em ê hevalên xwe yên di qetlîamê de hatin kuştin ji bîr nekin. Em dîsa diyar dikin ku her cara em dest jê berdin em winda dikin. Li vî welatî tu canê ku jibo aştiyê xwe feda kiriye dê neyê ji bîr kirin. Em tu carî dest ji gotina Aştiyê bernadin."   ‘EM DAYIK ŞER NAXWAZIN'   Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Behiye Gokyuz jî anî ziman ku her dem aştiyê dixwazin û wiha got: "Gotinek heye. "Dema cewrikên şêr dikujin, şêr bêtir har dibe. Ew jî her ku zarokên me dikujin em bêtir bi hêrs dibin. Dixwazin bi kuştina zarokên me, me bêteqet bikin. Lê em bêtir bi hêrs dibin. Em wekî dayikên aştiyê bang dikin û wiha got: "Bila zarokên me neşînin şer. Divê her dem em ji bo aştiyê têbikoşin."    Serokê Giştî yê TSÎP'ê Turgut Koçak jî têkildarî qeyûmên tayînî şaredariyên HDPê kir axivî û got: "Ger ku qeyûm tayînî şaredariyên bi awayekî demokratîk hatine qezençkirin dikin, wê demê şert e ku kesên demokrasiyê dixwazin li dijî vê yekê têbikoşin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî anî ziman ku her kesî peyama yekîtiyê da û wiha got: "Divê em li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê bi hevre li dijî faşîzmê rawestin. Divê ji bo pêşeroj û azadiya xwe em têkoşîna xwe xurt bikin. Em dizanin ku îsal têkoşîna me dê mohteşem be."    Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, jî diyar kir ku cînayetên jinan didome û wiha got: "Polîtîkaya şer a li dijî gelê kurd didome. Malên elewiyan xêz dikin. Talankirin û wêrankirin didome. Divê em weki HDK'ê li dijî faşizmê têkoşîna rewa ya demokratîk pêş bixin."    Herî dawî Seroka Giştî ya Partiya Şoreşa Yekbûyî Elif Torun Oneren jî wiha got: “Îro dixwazin li hemû cîhanê mirov bê care bihêlin. Dixwazin dest û lingê mirovan girê bidin. Gelên ku li dijî vê yekê gotin raweste li 41 welatan serhildan dest pê kirin. Li Tirkiyeyê ev rewş didome. Pergal wekî kaosekê xwe davê ser mirovan. Ev pergal ne ya me ye. Pergala burjuva ye. Panzehîra şer têkoşîn û aştî ye."    Kongre didome.