Pakîze, Sêvê û Fatma li Sîlopiya hatin bibîranîn 2020-01-05 14:20:30 ŞIRNEX - Li navçeya Silopî, 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di dema qedexeya derketina kolanan a Silopiyê de hatibûn kuştin, hatin bîranîn. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopî ya Şirnexê di dema berwedana xwerêveberiyê de di 4'ê Çileya 2016'an de dema dixwestin derbasî taxekê bibin bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîran în. Ji bo her sê siyasetmedarên jin ên kurd li rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Dayikên Demîr, Ûyar û Nayir, parlamenterên HDP'ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş û gelek kes beşdarî bîr anînê bûn. Di bîr anînê  de wêneyên jinên kurd hat hatin vekirin.   DAYIKA DEMIR: WÊ AZADÎ BIBE YA KURDAN   wekîlê HDP'ê Ozguneş axaftinek kurt kir û bal kişand ser têkoşîna siyasetmedarên jin. Dûre Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr axivî û wiha got: "Divê gelê kurd ji bo azadiya xwe dest bidin hev û têbikoşin. Di vê sala nû de kurd wê bi ser bikevin. Wê gelê kurd azad bibe. Azadî wê bi hêza jinê pêk were. Yên ku mirovan dikujin divê tavilê ji van kiryarên xwe vegerin. Em dixwazin edalet, aramî û aştî bê vê xakê. Em naxwazin kes bimirin, em aştiyê dixwazin. Dayik hemû ji bo aştiyê divê têbikoşin."   Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku komkujiya li Silopiyayê dewama kuştina sê siyasetmedarên Kurd di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ye û ragihand, dewlet li her deverê jin ên azad dikujin.   Ebrû Gunay got, "Gotin têrê nake ku em her sê hevalên xwe vebêjin. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim."   Piştî axaftinan, sînevizyona derbarê têkoşîna 3 siyasetmedarên jin de hatibû amedekirin, hat pêşandin û piştre mewlît hat xwendin. Dûre bîr anîn, bi dawî bû.