Xebatkarên Firinê polîsê ku Can kuşt derewand: Heta niha êzîng neketine ser rê 2020-01-05 10:27:12   AMED - Xebatkarê firinê îfadeya polîsê ku Cihan Can kuşt û got 'Min got qey êzîng e' derewand. Xebatkarê firinê diyar kir ku tiştekî wisa ne pêkan e û heta niha êzîngên firinê neçûne ser rê û nebûne sedema qezeyan.    Polîsê Hêzên Çevîk, di şeva 27'ê Kanûnê de, li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê bi maşîna zirxî ya polîsan li endezyarê înşaetê yê 33 salî Cihan Can qeliband û Can di bin dekerên maşînê de pelçiqand. Di bûyerê de Can jiyana xwe ji dest da. Dîmenên bûyerê di kamerayên MOBESE de jî hatin dîtin. Têkildarî bûyerê ajokar îfade da û got: "Min got qey êzîng e." û parastin kir. Dîsa dozger di lêpirsînê de got 'Nevî ajokar û nêvî Can sûcdar e'. Dozger hewl da can bi qûsûr nîşan bide. Dîsa yekîneya trafîkê ku li cihê bûyerê lêkolîn kir Can bi qusûr nîşan dan.    Piştî polîsê ajokar H.A., got 'Min got qey êzîng e' û parastina xwe kir, serbest hat berdan.    Xebatkarên firina ku li tenişta wê qeza pêk hat jî gotina polîs H.A., derewandin û diyar kirin ku tu eleqeya vê yekê û rastiyê tune û gotin: "Firen herî kêm 10 metreyan dûrî rê ye. Cihê ku êzîng lê hatine komkirin, ji parqirin û derbasbûna maşîneyan re nabe asteng. Roja bûyer pêk hat ez li firinê bûm. Lê min qeza nedît. Êzing wekî her demê bi dizayn li tenişta firinê bûn. Heta niha qet ezîng neketine ser rê. Heta niha qet nebûye sedema qezayan."