Trump: Ger Îran êrîş bike em ê li 52 hedefên wan bidin 2020-01-05 09:45:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump bersiva gefên "tolhildanê" yên Îranê da û ragihand ku ger Îran êrîşî welatiyên Amerîkî bike, ewê li 52 hedefên Îranê bidin. Piştî kuştina  Fermandarê Hêza Qudusê ya Mûhafizên Şoreşa Îranê Kasim Suleymanî, her roja derbas dibe tansiyona di navbera Washîngton û Tahranê bilindtir dibe. Serokê DYA'yê Donald Trûp, bersivek tund da gefên "tolhildanê" yên Îranê. Trump li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ger Îran êrîş bike ewê weke bersiv li 52 hedefên Îranê bidin ku ev hedef ji bo çanda Îranê gelek girîng in.   ‘EM 52 HEDEF DIYAR KIRIN E'   Trump di peyama da de wiha got: "Kasim Silêmanî ji xwe êrîşî sefaretxaneya me dikir. Ji bo êrîşî cihê din bike jî amadekarî dikir. Îran ji xwe bi salane ji bilî pirsgirêkan kêrî tu tişekî nehat. Bila ev jî hişyarî be. Ger Îran êrîşî Amerîkiyan bike, ji bo 52 Emerîkayî ku Îranê berî bi salan ew rehîn girtibûn, emê li 52 hedefên Îranê bidin. Hinek ji wan hedefan jî, ji bo çanda Îranê gelek girîng in. Amerîka hîn zêdetir gefan naxwaze.”