Piroglu: Peymana Navneteweyî li ser avê nivîsîne 2020-01-05 09:44:50 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, diyar kir ku peymanên navneteweyî êdî li ser avê hatine nivîsîn û tu qîmeta wan nemaye. Pîroglu, anî ziman ku mînaka vê yekê teskereya Libya û kuştina Kasim Suleymanî ye  û wiha got: "Ji bo qeyran bi dawî bibe divê îtîfaqa AKP-MHP û Ergenekonê perçe bibe."  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Pîroglu, der barê teskereya Lîbyayê ku Meclîsa Tirkiyeyê ere kir û kuştina Fermandarê Hêzên Qûdusê Kasim Suleymani û Cîgirê Suleymanî Ebu Mehdi el Muhendis nirşxandoin kir. Pîroglu, anî ziman ku îqtîdar ji bo ser qeyrana heyî bincil bike serî li polîtîkayên şer dide û wiha got: "Ewil li Efrinê dest bi şer kir. Piştre bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêş xist. Bloka AKP-MHP û Ergenekonê ji bo hebûna xwe berdewam bikin serî li macerayên nû didin. Teskereya Lîbyayê jî li ser vî esasî hat erêkirin. Pirsgirêka milyonan kesan ji ber polîtîkayên şer ji nedîtinê tên. Ger ku eskeran bişînin Lîbyayê dê li Libyayê tenê bi aktorekî re şer neke. Dema biçin wir dê Misir, Erebîstana Siûdî û gelek welatên ereb li hemberî xwe bibîne. Dîsa dê Rusya, DYA u welatên din ên Ewropa li hemberî xwe bibîne. Çaya ku Tirkiye biryara teskereya Libya da, Trump, Rusya û welatên din ên herêmê biryara Tirkiye şermezar kirin. Ev nîşan dide ku dê pevajoyek pir bi bela dest pê bike."     ‘AKP LI SER POLÎTÎKAYA ŞER HEBÛNA XWE DIDOMÎNE'   Pîroglu, anî ziman ku AKP li ser şer hebûna xwe dimeşîne û wiha berdewağm kir: "Şandina eskeran a Libya ji politîkaya dewletê zêdetir, sedemahebûna AKP’ê ye. Yek ji perçeyên bloka AKP'ê jî rêxistinên Îhvan in. Stratejiya sereke di serdema Davutoglu  de hat avakirin. Rêxistinbûna Îhvan di serdema serhildanên Ereban de bikar anîn. Li Misirê encam negirtin. Li Sûriyeyê ketin valahiyê. Ev heta Cezayîr û Sudanê derbas dibe. Hat dîtin ku bi balafiran Rêyên Hewayî ya Tirk çawa çek şandin Somalî û Sudanê. Hat dîtin ku çawa çek bi keştiyan şandin Yemenê. Meseleya Tirkiye û Lîbyayê ne tiştekî nû ye. Ji roja ku şerê li Libya dest pê kirye bê navber malzemeyên şer dişînin Lîbyayê.    Piroglu, Tirkiye hişyar kir û anî ziman ku dê bedela vê yekê giran be û got: "Ya xizmên Erdogan Bayraktarlar û yên derdora wî dewlemend dike şerê heyî ye. Balafirên bê mirov ên ji hikûmeta Trablusê re tên şandin, piraniya wan ji aliyê Bayraktar ve tên şandin. Li Libyayê ji sedî 70'ê ax di destê hêzên Hafterê deye. Şensa Tirkiye ku li wir mayinde bimîne tune ye. Peymana ku di navbera Îsrail, Kibris û Yunanistan de hatiye îmzekirin dê li pêş Tirkiye astengiyek mezin be. Hêzên emperyalîst dixwazin axê ji nûve li hev parve bikin. Şerê li Sûriye li vir kristalize bû. Nokteya ku xetên boriyê lê digêjin hev, Kurdistan e. Ji ber vê yekê hêzên emperyalist û aktorên herêmê dibin alîgirê şerê li Rojhilata Navîn. Sedema dijminantiya gelê Kurd jî şerê parvekirinê ye. Heta ku Tevgera Azadiya Kurd nexin kontrola xwe dê şerê wan li vir bidome. Lê ya lîstika polîtîkayênk Emperyalizmê xera dike, berxwedana Kurdan e.    PEYMAN LI SER AVÊ HATINE NIVÎSANDIN   Piroglu, bal kişand ser kuştina Kasim Suleymanî yê ji aliyê DYA'yê ve hat kuştin û wiha bi dawî kir: "Em ketine pêvajoyek wisa ku peymanên navneteweyî li ser avê hatine nivîsandin. Balafirên şer ên ku DYA li Iraqê firandin, li navenda Bexdayê dixe. Îsraîl bi hêzanî Sûriyeyê bombe dike. Rûsya heman tiştî dike. Tirkiye heman tiştî dike. Ev hemû li dijî peymamên navneteweyî ne. Ev polîtîka bi perçekirina bloka AKP-MHP û Ergenekonê ancak bi dawî bibe.    MA / Nacî Kaya