ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-05 09:00:05   * Hevseroka HDP'a Îskenderûnê Hulya Ateş, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî yên derbarê operasyona eskerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû girtin. Derheqê Ateşê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê ve" îdianame hat amadekirin.    * Li Meletiyê, polîsan dest danî ser tûtinê. Lewhayên wan î bacê yên ji bo firotina tûtinê hene, lê dîsa jî polîsan dest danî ser tûtina wan. Esnafan xwest ev mexdûriyet bê helkirin û gotin, heger mesele neyê helkirin wê dest bi çalakiyan bikin.    * Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, diyar kir ku peymanên navneteweyî êdî li ser avê hatine nivîsîn û tu qîmeta wan nemaye. Pîroglu, anî ziman ku mînaka vê yekê teskereya Libya û kuştina Kasim Suleymanî ye  û wiha got: "Ji bo qeyran bi dawî bibe divê îtîfaqa AKP-MHP û Ergenekonê perçe bibe."    * Derketibû holê ku qeyûmê Cizîrê, bia wayekê bêhiqûqî bi encûmenên şaredariyê re civînek çê kiriye. Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig ku ji peywirê hat dûrxistin, diyar kir ku qeyûm bi çêkirina vê civîna bêhiqûqî re sûc kiriye û got, biryara ku di civînê de hatiye girtin jî de di erka meclîsê de ye.    * DMME'yê ji bo girtiyên bêyî xwesteka wan, wan dişînin deverên ji malbata wan dûr gotibû: "Binpêkirina mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatî". Lê belê ligel vê biryarê dîsa jî ji 32 hevşaredarên HDP'î 24 jê sewqî girtîgehên dûr kirin.    * Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî 10'emîn Lijneya Giştî li  Otela Akarê pêk bîne.  (10.00)   * Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî (TUAY-DER) dê li avahiya HDP'ê ya Sêrtê kongreya xwe pêk bîne. (12.00)   * Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Aktivîstên KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakize Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin dê bên bibîr anîn. (11.00)