Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan defin kirin 2020-01-04 17:31:28   MÊRDÎN – Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 17'ê Kanûnê de şer derketibû. Di şer de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê 2 kesan li goristana bêkesan defin kirin.    Li Gundê Şêba Jêr a Dêrika Mêrdînê di 17'ê kanûna 2019’an de şer derketibû. Di şer de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe i dest dabûn. Malbata Servet Demîr di 18'ê Kanûnê de cenazeyê kurê xwe li Êlihê defin kirin. Malbata Mustafa Gorenç jî di 19'ê Kanûnê de li Amedê cenazeyê kurê xwe defin kirin. Lê 2 cenazeyên ku nasnameya wan nehat diyar kirin jî piştî 15 rojan li Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê hat rawestandin, li Goristana Bêkesan a Navçeya Artukluyê defin kirin.