Serokê AKP’ê yê navçeyê bi ser weqfa ku piştgirî neda kesê wî şand de, girt 2020-01-04 11:44:31 AGIRÎ - Serokê AKP’ê yê Gîyadînê Sezer Ûgûr Ozmen, ji ber ku Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî (SYDV) alîkarî neda kesekê ku wî şandibû, bi ser weqfê de girt, heqaret li xebatkaran kir û gef li wan xwar.   Serokê AKP’ê yê Navçeya Gîyadîn a Agiriyê Sezer Ûgûr Ozmen, bi ser avahiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî (SYDV) de girt, heqaret li xebatkaran kir û gef li wan xwar.    Li gorî agahiyan, Ozmen ê AKP’î xizmekê xwe ji bo ku alîkariyê bigire, dişîne weqfê. Rêveberiya weqfê ji kesê ku diçe weqfê re dibêje, ew nikarin bi fermanan û têkiliyên malbatî alîkariyê bidin kesan û wî kesî dest vale paşve dişîn in.    Ozmen ê AKP’î yê ji bo vê rewşê bi hirs dibe, bi koma li gel xwe re bi ser avahiya SYDV’ê de digire. Ozmen dikeve beşa midur û xebatkarên weqfê û heqaretê li her kesî dike.    Dimenên heqaret û gefên Ozmen, ji aliyê welatiyekê ve bi telefonê tên girtin. Weke ku di dîmenan de jî xuya dike, Ozmen bi ser xebatkaran de diçe û heqaretê li wan dike.    Ozmen ê ji kişandina dîmen agahdar dibe, ji kesekê ku dîmen dikişîn re jî, dibêje “Tu bi kêşe bi kêşe” û gefê li wî jî dixwe. Kesê ku rastî vê gefa Ozmen tê, qeyda vîdeoyê bi dawî dike.