Tevî hemû êrîşên dewletê jin dibêjin 'tecawizkar tu ye' 2020-01-04 10:01:26 STENBOL - Jin, li dijî kuştinên jinan ên ku di rojên dawî de zêde dibin, rêxistinbûna xwe berdewam dikin. Rêxistinên jinan tevî hemû tundî û astengiya dewletê dîsa dikarin bêjin ‘Tecawizkar tû yi"    Li Tirkiyeyê kuştina jinan her roj zêde dibe. Li dijî kuştin, tacîz, tecawiz û tundiya zilam û dewletê jin bêtir dengê xwe bilind dikin û nerazibûnên xwe bi dengê bilind tînin ziman. Jin dadikevin kolanan û nerazibûnên xwe tînin ziman. ÎQtîdar li şûna tundila li ser jinê rawestîne, destekftiyên jinan dike hedef. Dîsa jin rastî tundiya polisan tên. Rêveberên Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM), Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildardî hişmendiya mêr a li Tirkiyeyê û tundiya li ser jinan axivîn.    Endama OGK'ê Yaren Tuncer, diyar kir ku tundiya mêr bêtir piştî Qeyrana Aborî zêde bû zêde bûye û wiha got: "Mêr her heqî di xwe de dibîne ku jinê bi xwe ve girê bide. Jinê wekî koleya xwe dibîne. Dixwaze li ser bedena jinê her tiştî bike. Li aliyê din civak rolekî dide mêrê serdest. Wekî hêz dibîne. Têkoşîna jinê ya dixwaze di nava civakê de bibe xwedî statu û cihekî bibîne, bi mêrê serdest û dewletê gavan bi paşve dide avêtin. Erdogan dibêje ‘Tehemulla min li hemberî tundiya li ser jinek din tune'. Ev tirsê nîşan dide. Dîsa dizane ku berpirsiyar kî ye."    ‘JIN ÊDÎ DI FERQÊ DE NE'    Tuncer, anî ziman ku dema gotinên ‘AKP’, ‘Erdogan’ û ‘devlet’ di navre derbas dibin polîs mudaxale dikin û wiha got: “Di pêvajoyek wisa de jin dadikevin kolanan û li dijî tundiyê dansê dikin. Dikarin bêjin ‘Tecawizkar tu yî' Jin êdî di ferqê dene. Hişyarî û zanînen pêş ketiye. Vê zanebûna xwe li kolanan dide der."   ‘JIN ÊDÎ TEŞHÎR DIKE'    Berdevka SKM'Ê Deniz Aktaş Jî anî ziman ku êdî tevgera jinê mezin bûye û wiha got: "Mezinbûna tevgera jinê bêtir tundiya mêr teşhîr dike. Jin li dijî tundiyê bêtir xwe bi rêxistin dikin. Rêxistinbûna jinê bi têkoşînek dem dirêj gihişt vê astê. Jin dê li kolanê azad bibin bi azadiya jinê ya li malê ve girêdayî ye."    'BANDORA DÎKTATORIYÊ JÎ HEYE'   Rêvebera HDP'ê ya Stenbolê Muge Caner jî anî ziman ku tundiya li ser jinê di zêdebûna kuştina jinê de xuya dibe û wiha got: “Zêdebûna kuştina jinê tundiya li ser jinê nîşan dide. Niha wekî civakê derûniya me ser û bin bûye. Dîktatoriya mêr jî serdest de. Dixwazin hişmendiya 'Mêr çi bibêje divê jin wê bike' ava bikin. Jin di rewşek wisa de nikarin xwe bînin ziman. Dema xwe îfade dikin ewlehiya wê dikeve talûkeyê. Ger ku bi hevjînê xwe re ne kêfxweş bin û bixwaze hevjînê xwe berde, encama wê mirin e. Rewşa heyî jî rê li pêş vê yekê vedike. Yê tundiyê jî dike dizane ev heta dawî wisa naçe. Lê wekî ku hinekî din dewletê bi rêve dibin tev digere."