Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e 2020-01-04 09:12:46 ERZIROM - 15 endamên meclîsa Şaredariya Tekmanê yên HDP'î ji peywirê hatibûn dûrxistin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Cemalettîn Şengul, anî ziman ku ji bo ser nelirêtiyên namzetên AKP'ê bên girtin ji peywirê hatine dûrxistin.  Di 27'ê Kanûna 2019'an de 15 HDP'iyên endamên meclîsa şaredariya navçeya Qereyazi, Tekman û Qereçobanê yên Erziromê ji peywirê hatibûn drûxistin. Ên ji peywirê hatin dûrxistin 7 jê ên Şaredariya Qereyaziyê, 3 jê ên Şaredariya Tekmanê û 8 jê jî yên Şaredariya Qereçobanê bûn.    Endamên meclîsê bi hinceta doz û lêpirsînên berê endamên meclîsê ji peywirê dûr xist.    Endamê Meclîsa Şaredariya Tekmanê Cemalettîn Şengul û Hevşaredarê Qereyaziyê anîn ziman ku ji bo gel ji şaredariyê bê dûxistin û ji bo ser nelirêtiyan bê girtin ji peywirê hatine dûrxistin.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de Muzahît Karakûş bûbû Hevşaredarê Şaredariya Tekmanê lê belê ji ber KHK'Î bû mazbata nedabûn wî, dabûnnametê AKP'î Mûstafa Ergîn.    Endamê Meclîsa Şaredariya Tekmanê Cemalettîn Şengul ku ji peywirê hat dûrxistin, got: "Piraniya hejmara endamên meclîsê ên partiya me bûn. Ji bo em xizmeta gel bikin em tev li civînan dibûn. Ji ber hejmara me pir bû, mecbûr bûn di dema biryargirtinê me esas bigirin. Lê belê gelek caran di warê xizmetê de em nedihatin serwextkirin".    ‘JI BO SER NELIRÊTIYAN BIGIRIN EM JI PEYWIRÊ DÛRXISTIN'    Şengul, anî ziman ku berî ji peywirê bên dûrxistin ji bo kontrolkirina çavkaniyên şaredariyê komîsyonek çê kiribûn. Şengul, diyar kir ku lê belê ji bo piraniya endamên komîsyonê ne HDP'î bin ji peywirê hatine dûrxistin û got: "Bi vê biryara dûrxistinê careke din derket holê ku nedixwestin em nelirêtiyên wan aşkere bikin. Em dibînin şaredarî kirine warê rantê û dixwazin pêşekşî hin kesan bikin. Me bihîst li navçeyê piranî ji esnafên nêzî xwe alvêrê dikin û niha em nizanin ku malzameyên dikirin jî çawa bi kar tînin. Wê di nav vê mehê de komîsyona kontrolkirinê bihatana çê kirin. Wê di komîsyonê de 3 HDP'î û 2 AKP'î hebûna. Me yê bi vê komîsyonê xebatên li Tekmanê lêkolîn bikirana. Gava namzetê AKP'ê dewr girt deynê şaredariyê tunebû. Di qaseya şaredariyê d eper ejî ehbûn, lê li gorî tê gotin niha deyndar e û ji bo ser vî deynî bigirin em ji peywirê dûr xistine".    DÎSA BI BARIYERÊN BETONÎ DORPÊÇ KIRINE    Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn jî anî ziman ku piştî qeyûm hat tayînkirin careke din şaredarî bi bariyerên betonî hatiye dorpêçkirin û got: "Wekî beriya 31'ê Adarê careke din bi qulûbeyên polîsan û nokteyên kontrolê gel ji şaredariyê dûr xistin".    Şahîn, da zanîn ku piştî hilbijartinê komîsyonek çê kirine û bi vê komîsyonê tiştên di dema qeyûm d ehatine xerckirin lêkolîn kirine. Şahîn, got: "Di 4 mehan de, me bi xebatên xwe yên bi feraseta gelparêziyê nîşan da ku şaredarî warê xizmetê ye. Li Qereyaziyê projeyeke me ya otoparka 4 qatî, perojeya me ya ku em ê 6 hezar metrekare kevirên parkî bi cih bikin hebû. Qeyûm ev proje dan sekinandin. Qeyûm projeyên me betal kirin û heta niha ji bo gel tiştek jî nekiriye. Niha şaredarî ne vîna gel e, li wir polîs û bariyerên betonî hene".