Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir 2020-01-04 09:12:06 EDENE - Asîm Demîr ku 26 sal in di girtîgehê de ye û li DGM'ê hatibû darizandin, bi daxwaza "mafê darizandineke adil" du caran serlêdan pêk anî bû, lê belê her du serlêdanên wî jî hatibûn redkirin. Lê belê derket holê ku dosyeya dozê ya Demîr winda ye.  Asim Demîr, di sala 1993'yan de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û bi tawanbariya "cihgirtina di nav çalakiyên ji bo perçekirina axa welat" cezayê "meubetê" lê hatibû birîn. Piştî Dadgeha Bilind jî biryara DGM'ê pesend kiribû, Demîr bûbû hikumxwar û 26 sal in di girtîgehê de ye. Lê belê Demîr, bi hinceta "mafê darizandina adil hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê dabû.   Demîr, di îfadeya xwe de diyar kir ku di bin zext û zoriyan de îfadeya wî hatiye girtin û di asta ewil a lêpirsînê de parêzerê wî tunebûye û di heyeta dadgeriyê ya DGM'ê de dadgerekî esker hebûye û got, loma darizandineke adil û serbixwe pêk nehatiye û xwest ji nû ve bê darizandin.    SERLÊDAN HAT REDKIRIN    Lê dadgehê her du serlêdanên Demîr jî red kirin. Lê belê piştî parêzerê wî Ozgur Yakût îtiraz kir, derket holê ku dosyeya dozê ya Demîr winda ye û dadgehê bêyî ku dosyeyê lêkolîn bike biryareke wiha daye.    Parêzer Yakût, anî ziman ku muweklê wî Asim Demîr di 29'ê Kanûna 1992'yan de hatiye binçavkirin û li DGM'ya Amedê cezayê "muebetê" lê hatiye birîn. Yakût, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Qanûna Bingehîn, di demên dawî de nexasim ji bo darizandinên li DGM'yan biryarina digire û rê li ber jinûvedarizandinê vedike.    Yakût, anî ziman ku wan jî ji bo jinûvedarizandinê serlêdan pêk aniye, lê belê her du serlêdanên wan jî hatine redkirin.    DOSYE WINDA YE    Parêzer Yakût, diyar kir ku gava serlêdanên wan hatine redkirin, vê carê xwestine serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin û ji bo vê dosye xwestine. Yakût, da zanîn ku bi qasî meh û nîvekê tiştek nehatiye gotin û got: "Me carek din jî dosye xwest. Lê belê hat gotin ku dosye ne di arşîvê de ye, winda ye".    Yakût, got: "Li holê dosye tuneye, lê daxwaza me ya ji bo jinûvedarizandinê tê redkirin. Heta îtirazên me yên li li dadgeha di ser vê dadgehê re jî hatin redkirin. Derket holê ku dadgeh ji bo dosyeyên bi vî rengî biryarine ezber didin". Yakût, destnîşan kir ku serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane.    Her wiha Yakût, anî ziman ku ji bo vê biryarê ew ê li HSYK'ê giliyê dadgehê bikin û got, heger daxwaza wan  bê redkirin vê carê ew ê serî li DMME'yê bidin.    MA / Hamdûllah Kesen