Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in 2020-01-03 16:47:39 ENQERE – Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê têkildarî kuştina Qasim Silêmanî daxuyanî da û got: “Em bi fikarin wê kuştina Silêmanî zirarê bide aştî û aramiya herêmê.”  Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê têkilarî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî daxuyanî da û wiha got: “Em ji aloziya navbera DYA û Îranê kul i herêmê derketiye asta herî jor bi fikar in. Em hişyarî didin ku wê ev alozî hem zirarê bide aştî û aramiya Iraqê û hem zirarê bide aştî û aramiya herêma me.”