Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike 2017-12-10 14:33:18   MANÎSA  - Li Manîsayê di operasyona  li dijî HDP’ê pek hat de, 57 jê girtî bi giştî derbarê 138 HDP’iyan de bi hezaran  sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Danişîna mijara gotinê ye dê sibe bê ditîn.  Di îdîanameya HDP’iyan de HDP’iyên di dawetê de zêr bi bûk û zava ve kirin, sûc hat dîtin    Di 7’ê Hezîranê de li dijî Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran operasyon pêk hat,  li Manîsayê jî di nava 2 salan de bi sedan kes hatin girtin. Li Manîsayê 57 jê girtî derbarê 138 HDP’iyan de bi îdîaya “Endamê Rêxistinê ne û Rêxistin avakirin û birêve birin” cezayê girtîgehê tê xwestin û danişîna destpêkê ya dozê dê sibe li 3’yemîn Dadgehê Cezayê Giran a Manîsayê bê dîtin. Di danişînê de dê HDP’î parastina xwe bikin û hat payîn ku dê danişîn 4 rojan bidome.    Li bendê ye ku parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Musum Dogan, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr û gelek HDP’î danişînê bişopîn in.