TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike 2020-01-03 16:06:15 ENQERE - Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, bertek nîşanî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya 2018'an da û wiha got: "Kadroyên AKP'ê her dem qala zelalî û aşkerebûnê dike. Lê dema dor tê Wezîrê Tenduristiyê vê yekê li ber çavan nagire.  Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), têkildarî geşedanên li qada Tenduristiyê ya sala 2019'an li avahiya Konseya NavenDî ya TTB'ê daxuyanî da. Di civînê de Serokê Konseya NavenDî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, diyar kir ku daneyên ku ew di civînê de aşkere dikin ji daneyên Wezareta Tenduristiyê, Saziya Îstatîstîkan a Tirk (TUİK), Saziya Ewlehiya Civakî (SGK), Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (DSO), Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û Komeleya Akredîtasyon û Nirxandina Bernameya Perwerdehiya Tipê (TEPDAD) ya heta 2'ê çileya 2020'an hatine dayîn kom kirine.    11 HEZAR Û 629 PITIKAN JIYANA XWE JI DEST DAN    Adiyaman anî ziman ku li Tirkiyeyê di sala 2018'an de 11 hezar û 629 pitikan jiyana xwe ji dest dane û bi giştî 14 hezar û 240 zarokên temenê wan kîmi 5 salan jiyana xwe ji dest dane. Adiyaman da zanîn ku hêj Wezareta Tenduristiyê daneyên 2018'an ên der barê tenduristiyê ku di destê wan de kom bûne aşkere nekirine û wiha lê zêde kir: “Kadroyên AKP'ê her dem qala zelalî û aşkerebûnê dike. Lê dema dor tê Wezîrê Tenduristiyê vê yekê li ber çavan nagire. Wezîrê Tenduristiyê qet qala hin mijaran nake. Yek ji van mijaran Nexweşxaneyên Bajar in. Ya din jî tundiya li dijî xizmetkarên tenduristiyê ye. Li gorî rapora Wezîrê Tenduristiyê ya 9'ê Îlona 2019'an, di sala 2018'an de 12 hezar û 179 tundiya devkî pêş ketiye. 661 tuniya fîzîkî pêk hatiye. 3 hezar û 1 kes rastî tundiya fîzîkî û devkî hatine. Bi giştî 15 hezar û 841 bûyerên tundiyê pêş ketiye. Tenê 11 hezar û 204 bûyer bûne mijara darazê. Di navbera 1'ê çile û 1'ê Tîrmeha 2019'an de bi giştî 8 hezar û 498 tundiya devkî û 211 tundiya fîzîkî pêk hatiye. 2 hezar û 22 kes jî hem rastî tuniya fîzîkî û devkî hatine bi giştî 10 hezar û 731 xizmetkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatine. Tenê 6 hezar û 726 bûyer birine darazê."