Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat 2020-01-03 15:17:54   AMED – Baroya Amedê di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de xwest ku di sala 2020’an demokrasî, mafên bingehîn û azadî were welat.    Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin û dosyeya lêpirsînê zû were birêvebirin di hefteya 209’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya heftane li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ji ala 2015’an heta 2020’an tu pêşketin di lêpirsîna kuştina Tahîr Elçî de pêk nehatiye û bertek nîşanî vê yekê da. Aydin da zanîn ku sala 2019’an bi binpêkirina mafan û azadiyan derbas bûye. Aydin bi wesîleya sala 2020’an xwest ku demokrasî, mafên bingehîn û azadî were welat. Aydin xwest ku binpêkirina mafan jî were bidawîkirin.