Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin 2020-01-03 13:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî medya Îranê, Tahran di nava hewldanan de ye ku cenazeyê Qasim Silêmanî di demekî herî kurt de bibin Îranê. Her wiha tê gotin ku ji derveyî Qasim Silêman 10 kesên din jî di êrişê de hatine kuştin.   Li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Fermandarê Hêza Qudusê ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el Mihendis di êrişekî hêzên Amerîka de hatin kuştin.   Li gorî medya Îranê, Tahran di nava hewldanan de ye ku cenazeyê Qasim Silêmanî di demekî herî kurt de bibin Îranê. Lê dema birina cenaze nehatiye eşkerekirin. Li gorî medya Îranê ji bo pêşwazîkirina cenaze amadekariyên merasîmek mezin tê kirin. Rayedarên Îranê ragihandin ku êriş şevê din di saet 01.00'an de pêk hatiye û ji derveyî Qasim Silêmanî 10 kesên din ku di karwanê wesayîtên Silêmanî de cih girtine hatine kuştin, lê nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.