Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin 2020-01-03 13:00:31   MÊRDÎN / AGIRÎ – Rêxistina HDP’ê yên Mêrdîn û Agiriyê  Mêrdînê kongreyên xwe pêk tînin. HDP'a Mêrdînê dê sibê beşdariya Hevserokê Giştî Yê HDP’ê Sezaî Temellî 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê sibê bi dirûşma “Em bi hêvî û wêrekî xwe rêxistin bikin û faşîzmê hilweşînin” 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Eywana Konserê ya Otela Yay Grand pêk were. Hevserokên Rêxistina HDP’a Mêrdînê Eylem Amak bi tirkî û Salîh Kuday jî bi kurdî daxuyanî dan û banga beşdariya kongreyê li xelkê Mêrdînê kirin.    AGIRÎ   Rêxistina HDP'ê ya AgiriyÂe jî di 9'ê Çile de 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. Têkildarî pêkanîna kongreyê Rêxistina HDP'ê bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Dîlan Taşdemîr axivî û got dê kongreya wan bi beşdariya hevserokê wan Sezaî Temellî li Eywana Dawetê ya Şaredariyê pêk were û tevî her operasyon û êrişan jî dê têkoşîna xwe dewam bikin. Taşdemîr banga beşdariya kongreyê li xelkê Agiriyê kir û got: "Tekane navnîşana hêviyê HDP ye."