Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne? 2020-01-03 12:18:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Qasim Silêmanî yek ji kesên herî diyar ê leşkerî û sîxûrî yê Îranê bû. Her wiha Ebû Mehdî el Muhendis yek ji fermandarên bilind ên Heşdî Şebî bû. Pêşbînî tên kirin ku kuştina Fermadarê Hêza Qudusê ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis bibe sedema bertekên zêdetir. Îro di saetên sibehê de nûçeya kuştina Fermadarê Hêza Qudusê ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis di hemû medya cîhanê de hate weşandin û deng veda. Di medya herêmê û cîhanê de nûçeyên li ser kuştina van her du kesan hatine serwîskirin weke nûçeyên serekene. Her wiha rayederên Îranê ji bertekek tûnd nîşan dan.   QASIM SILÊMANÎ KÎ YE?   Li gorî nûçeya Roj Newsê, Qasim Silêmanî di sala 1957'an de li gundê Rabord yê Îranê yê li nêzî sînorê Afganistanê ji dayik bûye. Di şerê di navbera Iraq û Îranê ku 8 salan berdewam kir, Silêmanî yek ji fermandarên leşkerî bû. Ji sala 1998'an ve Fermandarê Haza Qudus a Supay Pasdarên Îranê ye. Rêveberiya operasyonên Îranê yên li derveyî welat dikir.   Di sala 2011'an de Silêmanî ji ber navûdengiya xwe ya li Îranê ji aliyê Xûmeynî bi xwe ve pileya rayeya wî di asta herî jor de hat bilindkirin.   Rayedarên Amerîka û medya Amerîka, salene qala Silêmanî dikir û weke kesekî herî girîng ê Îranê û li dijî Amerîka bi nav dikirin. Tê gotin ku Qasim Silêmanî rasterast beşdarî şerên li welatên Lubnan, Iraq, Sûriye û Yemenê bûye.   ÎRAN DIBÊJE DÊ ‘DERBÊ LI AMERÎKAYÊ BIXE’   Kuştina Silêmanî ji bo Îranê weke derbekî kuştinê tê dîtin û ji bo Amerîka jî weke serkeftin tê dîtin. Tê pêşbînîkirin ku Îran jî bersivek wiha bide Amerîkayê.    Îran û rêveberiya wê, Sîlêmanî weke fermandarê Îslama cîhadê dinase û eşkere dike ku Silêmanî dikare derba mirinê li DAIŞ'ê bide ku li gorî Îranê “Amerîka bi xwe DAIŞ ava kiriye.”    EBÛ MEHDÎ MUHENDIS KÎ YE?   Yek ji kesên din ê hat kuştin Ebû Mehdî el Muhendis ye. Ebû Mehdî el Muhendis Cîgirê Serokê Heşdî Şebî bû.   Ebû Mehdî el Muhendis di sala 1954'an de li Besra ji dayik bûye.  Weke kesekî nêzî Îranê tê naskirin û hevjîna wî Îranî ye.   Ebû Mehdî el Muhendis pileya dixtorî ji endezyariyê bi dest xistiye. Demekê li Kuwêtê jiyan kiriye. Her wiha destpêkê endamê Hizba Dewletê ya Îslamî bû. Pişt re bû Cîgirê Serokê Desteya Hêzên Çekdarî ya Heşdî Şebî.