'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’ 2020-01-03 09:57:48 AMED - Girtî Şêxmûs Ozsûbaşi di 26’ê Kanûnê de bi hevalê xwe re ji Girtîgeha Tîpa T a Bunyana Kayseriyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê kirin. Bavê wî Sîraç Ozsûbaşi diyar kir ku çawa gihiştine wê derê bi zorê tazî kirine, lêgerînê li ser wan pêk anîne û hefteyeke avêtine hucreyê.   Di 26'ê Kanûna 2019’an de 15 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Bunyana Kayseriyê sewqî girtîgehên cuda hatibûn kirin. Ji van girtiyan yek Şêxmûs Ozsûbaşi û yek jî Sakip Hazman bûn. Bavê girtî Şêxmûs Ozsûbaşi yê ku 27 sal in di girtîgehê de ye, Sîraç Ozsûbaşi di 2’yê Çileyê de bi telefonê bi lawê xwe re axivî. Ozsûbaşi diyar kir ku lawê wî bi şeş hevalên xwe re di 26’ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa T a Bunyana Kayseriyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê kirine û wiha got: “Ew û hevalekî xwe birine Beşîkduzuyê, du heb hevalên wî birine Rîzeyê, du hevalên wan jî birine Gîresûnê. Çawa gihiştine wê derê bi darê zorê tazî kirine û li ser wan lêgerîna pêk anîne. Jixwe dema ji girtîgeheke din diçin girtîgehekê di bin kontrola eskeran de diçin. Ji bo ku bi awayekî psîkolojîk bandorê li wan bikin wisa dikin. Pişt re avêtine hucreyê û ev hefteyeke di hucreyê de ne. Nizane hevalê wî yê bi wî re jî li kû ye. Di hucreyê de jî zorê lê dikin wan aciz dikin.”   'BILA PARÊZER Û PARLEMENTER BIKEVIN TEVGERÊ'   Ozsubaşi  da zanîn ku lawê wî gotiye nizanin ji bo çi avêtine hucreyê û wiha axivî: “Lawê min dibêjê ‘em dipirsin ji bo çi hûn me diavêjin hucreyê sûcê me çiye? Lê tu bersivê nadin me.’ Tu lêpirsînên dîsîplînê jî tune ne. Lê tu bersivê nadin wan. Daxwazname jî nivîsandine ji bo ku biçin cem hevalên xwe dîsa bersiv nedanê. Heqareteke zêde li wan tê kirin. Ev heqaret nayê qebûlkirin. Ev ne însanetiye.” Ozsûbaşi destnîşan kir ku lawê xwestiye parêzer û parlementer ji bo wan bikevin tevgerê û li rewşa wan bipirsin û biçin serî li girtîgeha wan bidin.   'JI BO KU MALBAT ZEHMETIYÊ BIKIŞÎNIN SIRGÛN DIKIN'   Ozsûbaşi bal kişand ser polîtîkaya girtîgehan û got: “Ji bo ku malbat zehmetiyê bikşînin sirgûn dikin. Me daxwazname da ku lawê min bînin Amedê. Ez û diya wî nexweş in. Ez emeliyata bypass bûme nexweşiya min a şekir heye hebên tansiyonê dixwim. Dayika wî jî eynî wisa nexweş e. Niha şeş mehan carekê em dikarin biçin hevdîtînê. Ev rewş ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Em mexdûr in. Hinek mirov hene ji ber mesrefê nikarin biçin hevdîtîna zarokên xwe jî.”   Têkildarî mijarê em bi rêya telefonê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê geriyan û rayedarên girtîgehê angaştên malbatê qebûl nekir.