Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû 2020-01-03 09:33:47 AMED - Li navçeya Lîcê zaroka astengdara zîhnî, di encama tecawîzê de ducanî bû.  Li Taxa Daralan a navçeya Lîcê ya Amedê zaroka astengdara zîhnî Ş.O., ji ber êşa zikê xwe malbatê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê. Li nexweşxaneyê derket holê ku zaroka astengdar zîhnî Ş.O rastî tecawîzê hatiye. Hat diyar kirin ku Ş.O di encama tecawîzê de ducanî bûye.    Ş.O ya 8 meh û 20 roj ducanî, li ser vê yekê birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎN) û îfadeya wê hat girtin. Piştî îfadeyê, derket holê ku Ş.O. rastî tecawîza bavê xwe hatiye.     Di çarçoveya îfadeya zaroka astengdar de, bavê wê hat binçavkirin.