Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye 2020-01-03 09:26:58 AMED - Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîkê, li 10 bajaran derbarê tayînkirina qeyûman de lêkolînek kir. Li gor lêkolîna navendê tercîha hilbijêran neguhriye û ji sedî 70'yê beşdarvanan li dijî xespkirina vînê derdikevin.  Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk, derbarê tayînkirina qeyûman de li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan, Sêrt, Mûş, Îdir, Qers, Şirnex û Colemêrgê lêkolînek kir. Navendê lêkolîna xwe di navbera 26-29'ê Kanûna 2019'an de kiriye û di vê lêkolînê de rû bi rû hevdîtin bi 5 hezar û 100 kesî re çê kiriye. Ji kesên tev li vê xebatê bûne ji sedî 69,9 li dijî xespkirina vînê derdikevin.    TERCÎHA HILBIJÊRAN NEGUHERΠ   Di lêkolînê de ji sedî 69'ê beşdarvana ji bo pirsa "Tu tayînkirina qeyûman dipejirinî?" gotin "na" û ji sedî 16'ê jî gotin "erê" û ji sedî 14.1 jê jî bêqerar man.    Ji sedî 57.4'ê beşdarvana ji bo pirsa "Piştî tayînkirina qeyûm, tercîha we ya siyasî guherî?" gotin "na" û ji sedî 31.80 jî gotin "Min qerar daye ku hîn bêtir destekê bidim partiya xwe" û ji sedî 6.85 jî gotin "Min qerar daye ez ê raya xwe nedim tu partiyê jî" û ji sedî 4.21 jê jî gotin "Min qerar daye ez ê partiya xwe biguherînim".    Her wiha di lêkolînê de ji bo pirsa "Di fealiyetên demokratîk de divê kîjan mijar li pêş be?" ji sedî 54.2'yê beşdarvana gotin, divê şaredarî ligel meclîsên taxan bixebite û ji sedî 18,3 jî gotin dem dem divê şaredarî û saziyên civaka sivîl, keya hwd. li hev kom bibin û ji sedî 14,6 jê jî xwestin anket, kursiyên serbest, civînên gel hwd. çê bibin da fikrê gel jî bê girtin.    Ji bo pirsa "Di warê xizmetên şaredariyê de gava hûn bixwazin tên agahdarkirin?" ji sedî 68'ê beşdarvana gotin "na" û ji sedî 32 jê jî gotin "erê". Ên gotin "erê" ji sedî 46,4 jê gotine ew li ser înternetê, ji sedî 19.1 jê ji weşanên şaredariyê û ji sedî 14.4 jê jî ji çapemeniya herêmî hay jê çê dibin.    Ji bo pirsa destekirina qeyûman jî ji sedî 67.9'ê beşdaravana gotin "em napejirînin", ji sedî 18 jê gotin "em dipejirînin" û ji sedî 14.1 jê jî gotin bêqerar in.