Bi sedan nexweş di dorê de ne 2020-01-03 09:16:19 WAN - Welatiyên ji gelek bajar û navçeyan tên Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Wanê, bi saetan di dorê de dimînin.  Ji bajar û navçeyên derdorê rojê bi sedan kes ji bo tedawiyê tên Navenda Tibê ya DÛrsûn Odabaş a Zanîngeha Wanê û ji ber vê li ber her polîklînîkê dorên dirêj çê dibin. Car heye hin kes bêyî tedawî bibin vedigerin malê.    JI RÊYEKE 100 KÎLOMETREYÎ HAT...   Ersîn Başar ku ji Qelqeliyê hatiye, anî ziman ku ji ber li navçeyê bijîşk tunene ji rêyeke 100 kîlometreyî hatiye. Başar, diyar kir ku 15 roj berê randevû çê kiriye, lê belê randevûya wî dîsa hatiye taloqkirin. Başar, destnîşan kir ku hem di warê aborî hem jî di warê manewî de tên mexdûrkirin û got: "Ji bo testa hilmijînê hatime, lê roja min 100 kîlometreyî hatime û loq kirin. Bêyî hayê min jê çê bibe kirine. Li gor dilê xwe hereket dikin. Ê mexdûr dibe jî em in. Ez nikarim her roj du roj bêm û biçim. Ji bo testekê ji rêyeke 100 kîlometreyî hatime. Ji xwe nexweşxane ne hîjyenîk e jî. Her der qilêrî ye. Li lavaboyan ne peçeteyek heye ne jî malzemeyeke paqijiyê".    Baran Aktaş ku ji navçeya Bêgirê hatiye, anî ziman ku bi saetan e li benda bijîşkê Nefrolojiyê (gurçikan) e û got, ji ber rewşa wî ya aborî nebaş e nikare biçe nexweşxaneya taybet. Aktaş, got: "Gava em nexweş dikevin û randevû bi dest me bikeve em tên nexweşxaneyê. Ew jî herî kêm 15 roj e. Divê pergala xwe baş çê bikin. Ez ji Bêgirê têm. Piştî tedawî nebim ji bo çi têm vira? Li Bêgirê nexweşxane heye, lê bijîşk tuneye. Tenê beşa lezgîn heye. Tenê navê wê nexweşxane ye. 15 roj berê min ji bo Polîklînîka Nefrolojiyê randevû çê ir. Hêvîdar im wê dor bê min".    MA / Bariş Donmez