Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin 2020-01-03 09:12:56 EDENE - Li Edeneyê, kurê xwediyê atolyeya tekstîlê Û.S., karkera atolyeya tekstîlê Y.Ç. taciz kiribû. Piştî Y.Ç. gilî kir, derbarê Û.S. de îdianame hat amadekirin.  Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, kurê xwediyê atolyeya tekstîlê Û.S., karkera atolyeya tekstîlê Y.Ç. taciz kiribû. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî lêpirsînê di meha Kanûnê ya sala 2019'an de Û.S. bi tawanbariya "êrîşa hêsan a zayendî" hatibû binçavkirin û sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Edeneyê hatibû kirin. Dadgehê jî cezayê "hepsa malê" li Û.S. birîbû.    Paşê dozgeriyê bi tawanbariya "êrîşa hêsan a zayendî" îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Asliye ya 6'an a Edeneyê jî îdianame qebûl kir. Wêd anişîna ewil di 6'ê Nîsanê de pêk bê.    Di îdianameyê de beyanên Y.Ç. hene. Her wiha dîmenên kamerayan ên li cihê kar jî hene û dîmen îfadeya Y.Ç.'yê piştrast dikin.