Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin 2020-01-03 08:32:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hewayî ya Amerîkayê ya li Bexdayê de Fermandarê Hêza Qudusê ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Sileymanî hat kuştin. Pentagonê ragihand ku di êrişa li dijî balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê de ku fermandarên Heşdî Şebî kirine armanc Fermandarê Hêza Qudusê ya Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Sileymanî û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis hatine kuştin.   Televîzyona Dewletê ya Îranê jî kuştina Qasim Sileymanî piştrast kir. Muhafizên Şoreşê ya Îranê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku sibeha Înê di êrişa helîkopterê de Qasim Sileymanî û Ebû Mehdî el Muhendis di hundirê wesayîtekê de hatine kuştin.   Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku Qasim Sileymanî bi operasyona wan de hatiye kuştin.   Amerîkayê ji êrişên li ser sefaretxaneye xwe ya li Bexdayê, Îranê berpirsyar girtibû.