Av li Qersê qerizî 2017-12-10 11:08:19   QERS - Serma li bajarê Qersê daket bin 25 pîleyan (C). Ji ber sermaya zêde ava kaniyên bajar qerizîn.    Li Bajarê Qersê ji ber sermaya zêde kanî û şebekeyên avê qerizîn. Serma daket bin -25 pîleyan (C) û ser der qerizî. Welatiyên taxa Yenîşehirê ya Qersê ku av wan cemidî diyar kirin ku ji ber av cemidî nikarin pêdiviyê xwe bibînin. Welatiyan diyar kir ku li gel rayedar agahdar kirin jî, rayedaran li dijî sermayê tu tedbir negirine û bêdeng in.  Welatiyan anîn ziman ku ger av neherike dê perîşan bibin.