Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da 2020-01-02 15:13:32   WAN – Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke ku li nexweşxaneyê ji nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.     Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke (70) ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê ji nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dayika Aştiyê Îke ev sê meh bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin û bi penceşêra malzarokê (rehîmê) re têdikoşiya.    Hat zanîn ku malbatê cenazeyê Îke ji nexweşxaneyê wergirt û dê li Goristana Gundê Bajarge ya Geverê bê veşartin.