Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş 2020-01-02 13:14:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û polîsên leşkerî yên Rûsya, li rojavayê Kobanê bi awayek hevpar carek din dewriye avêt. Gelê Kobanê bertek nîşanî dewriya TSK û Rûsya dan û kevir avêtin maşîneyên wan ên zirxî.  Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), li gundê Aşmê yê bajarê Kobanê yê Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, carek din dewriya hevpar avêtin. Dewriye, li herêmên Çariqli ya Jorîn, Cibnê, Beyadî, Zormixar, Qeran, Dîmedaş, Sêlim Boban, Sifteka Jêrîn û nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariyê ya Navxweyî geriya. Dema ku dewriya Rûsya û TSK'ê di gundê Çariqlî derbas bû, welatiyan kevir li maşîneyên zirxî yên leşkerî barandin.    Hat payîn ku piştî dewriyeya Rûsya û TSK'ê bi dawî bû, leşkerên Tirk bi ser gundê Aşmê re derbasî sînorê Tirkiyeyê bibin.