Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger 2017-12-10 10:22:34 DÎLOK - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê îdîanameya Rojnameger û nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat qebûl kir. Danişîna doza Alayumat dê di 2'ê Sibata 2018'an de bê dîtin. Parêzerê Alayumat Prz. Tugay Bek, diyar kir ku pîşeya rojnamegeriyê tê darizandin.    Serdozgerê Komarê yê Hatayê der barê nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Medya Dicleyê (dîhaber) ya bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) nûçegîhan Erdogan Alayumat û Nurî Akman de îdianame amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê îdîanameya Serdozgerê Komarê yê Hatayê Tacettîn Pinar qebûl kir. Danişîna dozê dê di 2'ê Sibata 2018'an de be ditin. Dozger Pinar ji her rojnamegerekî re 45 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Dozger fezlekeya ku polîs amade kiriye, bi awayekê kopîkirî îdianame amade kiriye û nîvekî îdianameyê ji dîroka PKK/KCK'ê pêk tê. Hemû xebatên rojnamegeriyê yê Alayumat û Akman wekî sûc tên dîtin, nûçeyên di dîhaberê de hatine weşandin, wêneyên di wênekêşan de hatine dîtin, hevpeyvînên ku çêkirine, nîqaşên di whatsappê yên bi hevalên xwe re kirine, hemû wekî delîla sûc dane nîşan. Dozger dîhaberê wekî "Saziya muzahîr a PKK'ê" pênase dike, Alayumat û Akman wekî endamê rêxistinê dide nîşan û îdia dike ku di çarçoveya fermanên rêxistinê de xebat meşandine.  Alayumat ê ji dibistana seretayî mezûn bûye, lê tişta balkêş di agahiyên îstixbaratê de wekî ku zanîngeh xwendiye tê destnîşankirin. Dozger nûçeyên ku Alayumat û Akman li ser sûnor çêkirine wekî delîla sûc hesab kir.    'ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN'    Parezerê Alayumat Prz. Tugay Bek, diyar kir ku muwekile wî ji ber xebatên rojnamegeriyê hat girtin û di şexsê wî de pîşeyê rojnamegeriyê tê darizandin. Bek, destnîşan kir ku hemû îdîa ji telefon, lênûsk, kompîtûr, kamera û wênekêşa wî berhev kirine û hemû belgeyên rojnamegeriyê ne û wiha got: "Muwekilê min karê rojnamegeriyê dike. Hemû belge û agahiyên ji ser wî kom kirine belgeyên rojnamegeriyê ne. Di şexsê Alayumat de rojnamegerî tê darizandin. Karê ew dike rojnaemgerîy e. Dozger karê rojnamegeriyê wekî sûc dibîne. wekî xebatnên ajantiyê dibîne.    BEK: CASÛSÎ AGAHIYAN DI AJANSAN DE PARVE NAKE    Bek, berter nîşanî îdîaya "casûsî" yê jî da û wiha got: "Muwekilê min rojnamegeriyê dike. Karê rojnamegeriyê nûçeyan belav bike ye. Nûçeyên kom dike dide ajansê û ajans diweşîne. Ger ku karê ajanî û casûsiye kiribûya li şûna ji ajansê re bişîne de ji deverên din re şandibûna. Tişta kom dike bi raya giştî re parve dike û karê rojnamegeriyê dike. Tişta dozger bahs dike ya der barê MÎT'ê de 6 salen dawî ye ji aliyê gelek ajansan ve hatiye weşandin û tu sirra wê nemaye. Niha wekilê CHP'ê Enis Berberoglu ji doza TIR'ê MİT'ê  girtî ye.  Em dibînin ku hikûmet ji aşkerekirina van agahiyan bêzar e. Muwekilê min nûçe çê kiriye. Li pey nûçe dibeze. Li hemberî hemû mijarên ku bibe nûçe û cemaweriyê agahdar bike hestiyar nêzîk bûye û karê xwe yê rojnamegeriyê pêk anîye"    MÎT Û SÛRIYE XETA SOR A AKP'Ê YE    Prz. Bek, da zanîn ku MÎT û Suriye xeta sor a AKP'ê ye û wiha got: "Partiya îktîdarê di vê mijarê de ditirse ku wekilên partiya muxalefet a sereke bigire. Daraz di bin zextên gelek zêde de ye. Rojnameger Alayumat ji ber van zextên li ser darazê hatiye girtin. Divê daraz di mijara rojnamegerên girtî de biryarê girîng bide. Divê dadgeh nûçeyên hatine çêkirin di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de bigire dest. An jî dê di bin zextên îktîdarê de bimîne û rojnamegeran ceza bike. Divê êdî dadgeh biryarê bide.    Bek, bal kişand ser rol û rista çapemeniyê û xwest çapemeniya ku ji bo pêşeroja welat û civakê xwedî rolek mezin e rê li pêş wê neyê girtin û çêkirina nûçeyan neyê bisînorkirin. Bek, da zanîn ku mafê agahiyê û mafê nûçeyan mafê welatiyan ê bingehîn e û xwest ev mafê wan ê bingehîn neyê sînorkirin û astengkirin. Bek, xwest rojnamegerên li Tirkiye jî hestiyar nêzî vê mijarê bidin û ev mejar pêşeroja Tirkiye eleqeder dike.